Her navçeyeke Kurdistanê bi huner û pîşeyekê navdar e. Navçeya Hewraman jî bi gellek tiştan tê naskirin, lê beriya her tiştî bi kilaşên xwe yên kurdî yên resen bi navûdeng e.
Sol û kilaşên Hewraman bi ta û caw, bi şêweyekî pir bedew û qayîm tên hûnandin û bala her kesî dikişînin ser xwe.
Lewma ji mêj ve, bav û bapîrên me kilaşa kurdî bi şal û şapikan re li piyê xwe dikin.
Gelê kurd ji berê û ta îro, di hunera hûnandina sol û kilaşên kurdî de pir zîrek e.
Lê kilaş û pêlavên devera Hewraman yên herî baş in ku tevî bihaya xwe ya giran, li bazarên Herêma Kurdistanê ji hemû corên din bêhtir tên firotin û bazara wan hertim germ e.
Firoşkarekî kilaşên Hewraman li bazara Hewlêrê ji Rûdawê re got: “Kilaşên devera Hewraman pir tên firotin. Vêga bi awayekî giştî xelk cilên kurdî bêhtir li xwe dikin, nexasim di aheng û helkeftan de. Kiryarên cilên kurdî bi giştî kilaşên Hewraman bi van cilan re dikirin. Çimkî ev kilaş ji corên din baştir in.”
Kiryarek jî piştrast dike ku kilaşa Hewraman ku wek Kilaşa Perwên jî tê naskirin, ne tenê bi cilên kurdî re lê bi cil û kincên nûjen re jî tê lixwekirin: “Xelk ji bedewiya van kilaşan û qayîmiya wan hez dikin. Gelek kes van kilaşan dikirin û wek diyarî dişînin ji xizmên xwe yên li derve re.
Hinek caran ji kilaşên Hewraman re, kilaşa Gîwî jî dibêjin ku xwedêgiravî di heyama berê de, kesekî bi navê Gîwî fêrî vê pîşeyê bûye û ew aniye navçeya Hewraman û piştre li şar û bajarên Kurdistanê yên din belav bûye.
Lê li gora jêderên dîrokî, pîşeya çêkirina kilaşan beriya sed salî di nav kurdan de hebû.
Navçeya Hewraman dikeve navbera Kirmaşan li Rojhilatê Kurdistanê û Silêmaniyê li Başûrê Kurdistanê û xwediya folklorekî pir zengîn û muzîk û cil û kincên taybet e. Piraniya şêniyên Hewraman bi zaravê Hewramî diaxivin.
Rûdaw