Wênegira kurd Jûlî Ednan bi projeyeke nû daxwaza azadiyê bo karê rojnamevanî û keçên êzîdî û Kobanî û Kurdistanê dike.
Jûlî Ednan derbarê projeya xwe ji Rûdawê re kir û got: “Armanca sereke ya projeya min azadî ye. Ji azadiya rojnamevanî bigire ta azadiya keçên êzîdî û Kobanî û Kurdistanê.”
Jûliyê herwiha got: “Bi vê projeya xwe, ez dixwazim bêjim ku nabe Peykerê Azadiyê li Amerîkayê tenê sembol û pûtek be; lê pêwist e xeber bide û me biparêze. Divê Amerîka helwesta xwe zelal bike li hember rewşa ku ji hêla DAIŞê hatiye afirandin.”
Di vê projeyê de, xelk wêneyên xwe digirin û ji Jûlî re dişînin. Her kes, çi jin be yan mêr be, dikare di projeya Jûlî Ednan de beşdar bibe, lê divê kesê beşdar wêneyê xwe li ser şêwaza Peykerê Azadiyê li Amerîkayê bigire û bi destê xwe rahêje tiştekî ku girêdayî pîşe û karê wî kesî be.
Rûdaw