Ibrahîm Xelîl
Ji Adem ( Homo sapiens ) û vir de, mirov bi ser bîrokeya ” mirin ” ê ve bû, nas kir ku ew çi temenî bike, kin yan dirêj, ewê dawî wek qurmê darekê bê libat li erdê rast bibe (bimire). Ew şahê keşweran be, gedayê sikakan be, li jor be li jêr be, li rojhilat be li rojava be, ewê dawî bibe termekî hişk ji veşartinê re yan ji şewitandinê re yan ji keftar û qertelan re.
Lewra ji mêj ve, hêviya “Nemirin”ê hatiye xewna wî û di serê wî de geriyaye.
Di mîtolociya Babil de, Gilgamêş dide dûv “gihakê nemirinê” lê mixabin piştî ku bi dest dikeve, dîs wenda dike.
Di dîroka olî de, Nemrût burceke pirr bilind ji xwe re ava dike ku destê mirinê negihêje wî lê ew burca wî bê kêr bû, û pêşiyekê xwe gihande jor û kete bêvilê de û ruh jê bir.
Li her derê û di her demê de, mirov çav berdaye vê hêviya nebûyî û nekevtî, lê tucarî vê hêviyê jiyana milletan û asayişa civakan lihev nexistiye û tev nedaye wek roja îro.
Ji bextê me yî reş re ku ola Islamê ji 1400 salî ve sozek daye wan kesên qenc û bawermend ku cihê wan ê buhişt be, dera ku ne mirin, ne westiyan, û ne nexweşî lê peyda dibin, li gel ku her daxwaz û mirad ê li ber dest bin çi jin û çi xwarin û çi vexwarin.
Piştî 1400 salî, cîhan ji gelek qûnaxan buhurî, roja zanînê li mejiyên mirovan hilat, kesî nema serê xwe bi çîroka razên jiyan û mirinê êşand, û armanca pirraniya komar û destelatan bû ku vê zemînê ji xelkên xwe re bikin buhişt. Tenê Misilmanên me ji vê aferîna Xwedê bêpar man, tenê Misilmanê me îroroj ( zayîndeyekî efsaneyî ) ye, hest dibe ku ne ev dem dema wî ye û ne ev cîhan cihê wî ye lewra ew xwe ji her tiştên cîhanê dûr dixe û dixwaze îro berî sibe jê derkeve û hilkişe ber bi jor ve, dera ku Xwedê jê re bi kelpîçên zêr û zîv ava kiriye, hûrî di nav livînan de jê re rast kiriye, û hingiv û zencebîl û mast jê re di sîtilan de meyandiye.
Dergevanê vê buhiştê jî li ser erdê ewe ew kesê ku li ser şîrê kerê mezin bûye, riha wî du buhişt û nîv in, û kirasê wî ne dirûtî ye, şaşikekê dide serê xwe û simbêlan d’avêje. Derencam, yekî ku şeytan ew ji çola Ereban hilkişandiye û ew bi şaştî avêtiye çerxa bîst û yekem.
Ev kes û şagirtên xwe yên nîvrazayî ne hew dixwazin biçin buhiştê lê dixwazin me jî bi xwe re bibin, me bivê me nevê.
Heger ev bêhiş kêlîkekê tenê bi mejiyê xwe re rûniştiba ê naskiribana ku :
– Xwedê ne destkurt e, û heger viyaba wê hemû mirov kiriba qenc û bawermend û buhiştî
– Ola ku cihê şerkerê di ber Xwedê de kiriye buhişt, wê olê bi xwe cihê xwekujan kiriye agir û dojeh.
– “Nemirin” yek ji sîfat û akarên Xwedê ye ku ew tu kesî ji xwe re tê de nabîne wek şirîk û hevbeş.
– Amerîka û Ewropa ( yên filleh ) îroroj deh qat ji Misilmanan xurttir in, û ku ew bixwazin ( Cîhada Xaçparêziyê ) dîs lidar bixin ewê bê guman bi ser bikevin, lê ji bextê me yî sipî re ku serokên Ewropa ji yên Misilmanan bîrwertir in, bihna Obama fireh e, û ya Xwedê firehtir e.