Teqîna duhî, ya Hewlêrê li wî cihî bû ku îdareya paytexta Herêma Kurdistanê tê de, tê kirin û di wê teqînê de 5 kes şehîd ketin û 29 kes jî birîndar bûn.
Duhî nîvro li navenda bajarê Hewlêrê li pêşiya avahiya parêzgeha Hewlêrê xwekujekî bi rêya otomobîleke bombekirî xwe teqand.
Di encama wê teqînê de 5 kes ku 4 ji wan polîs bûn canê xwe ji dest dan û 29 kes jî birîndar bû, ku birîna hineha sivike û ya hineka jî giran e.
Li gorî agahiyan wî xwekujî dixwest derbasî nav avahiya parêzgeha Hewlêrê bibe lê pasewanên ber derî rê lê pêşiya wî girtin û wî jî xwe li wir teqand.
Yek ji wan birîndaran xelkê Bakurê Kurdistanê ye, mala wî li Stenbolê ye û ji ber karê bazirganiyê serdana parêzgeha Hewlêrê kiribû.
Ji ber hêza teqînê ew xwekuj parçe parçe bûye, bi awayekî ku hîna nexuyaye ku jin bû yan mêr.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê armanca vê teqînê bû, hikûmet jî dibêje emê hemû ziyanên welatiyan bidin.
Rûdaw