Rêxistina DAIŞê li nav bajarê Mûsilê dibistanên olî digire, ku berê yên hikûmetê bûn.
Berpirsê Şaxa 14 ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Mûsilê Ismet Receb ji Rûdawê re ragihand: “DAIŞ li nav bajarê Mûsilê 36 dibistanên olî girtine ku ser bi Weqfa Sunnî li Mûsilê ve bûn.”
Li gorî agahiyên Rûdawê, DAIŞ li Mûsilê biryar daye ku xwendevan hemû yek cilan li xwe bikin, ew jî tenê ew kênic bin ku DAIŞ bi xwe wan çê ke û bifroşe, ku bi cilên Qendeharê tên nas kirin.
Herwiha nabe zilam li dibistanan dersan bidin jinan yan berevajî.
Rûdaw