Serokê Herêma Kurdistanê tekes kir ku hêzên pêşmergê Kurdistan pêwîstiya wan bi çekên giran wek leşkerhilgir û topan heye.
Her weha serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî roja sêşemê 18-11-2014`an, di hevdîtineke xwe digel kenala 24 yê Firansî de, ragihand ku hêzên pêşmergê Kurdistan, ti çekên giran ku ji bo şerê DAIŞê bike ji aliyên peywendîdar daxwazkiribûn, hîn jî wernegirtine. Lê spasiya xwe ji endamên hevpeymaniya navnetewî re anî serziman jib o ew piştgiriya ku dane Kurd, lê ew piştgirî bi kêm nirxand.
Aşkire kir ku ew pêdewîstiyên xwe bi çekên giran hene û bi taybet barhilgir û topên mezin.
Hêjayî gotinê ye ku welatên Firance, Almanya û Emerîkayê çek dane Herêma Kurdistanê jib o şerê li dijî DAIŞê bikin, ew di dema ku DAIŞê pir navçe li Bakurê Êraqê û yên Herêma Kurdistanê dagîr kiribûn.
PUKmedia