Wezîrê Derve yê Amerîka John Kerry got, li Sûriye rejima Esed û DAIŞê xwegirtiyên hev in.
Kerry li ser pêwendiyên Esed û DAIŞê jî wiha got, “Rejîma Esed û DAIŞê xwegirtiyên hev in. Ji ber vê yekê ji cihên di bin kontrola dijbereya Sûriyê her tim ji aliyê çekdarên DAIŞê ve tên bombebaran kirin û li hemberî wan jî tu gav nayê avêtin.”
John Kerry diyar kir ku çalakiyên DAIŞê ew çavtirsandî nekerine û got, “Rêberên DAIŞê hêvî dikin ku ew ê civaka navteweyî çavtirsandî bike û dewletên navnetweyî dê li dijî wan hewl nedin. Lê tiştek wisa nîne em hîç çavtirsandî nebûne.
Rûdaw