Hat zanîn ku guleşkarê (zoranbaz) kurd û endamê tîma millî ya guleşê ya Îranê Babek Qurbanî xwe kuştiye.
Li gorî medyaya Îranê, guleşkarê kurd Babek Qurbanî ku zêdetirî 2 salan bû bi tohmeta kuştina kesekî di girtîgeha Dizêl Abad a bajarê Kirmaşanê yê Rojhilatê Kurdistanê de girtî bû, îro danê sibê li nav cihê xwe mirî hat dîtin.
Dozgerê Giştî yê Kirmaşanê Mocteba Melikî ragihand, piştî lêkolînên pijîşkî derket holê ku Babek Qurbanî heb xwariye û xwe kuştiye.
Li gorî agahiyên dozger, wî guleşkarê kurd ku bi giraniya 96 kg carekî bibû şampiyonê guleşê yê Asyayê jî, çend roj beriya ku xwe bikuje, di girtîgehê de ji hevalekî xwe re gotibû “were em xwe bikujin û ji vê jiyenê rizgar bibin”.
Hat gotin ku hevalê wî jî du roj berê xwe kuştiye.
Dozgerê giştî yê Kirmaşanê her wiha got ku Qurbanî ji girtiyên din re gotiye, dema sibê ji xewê radibin ji bo hijmarê, wî ji xewê ranekin.
Babek Qurbanî havîna 2012an, li Kirmaşanê dema ew û birayê xwe ji nêçîrê vedigerin di rê de bi komek xort re şer dikin. Babek jî bi tifenga xwe ya nêçîrê xortekî dikuje ji ber wê jî tê girtin.
Qurbanî her wiha du salan jî ji ber ku dopîn kiribû, ji tîma millî ya Îranê hatibû avêtin.
Rûdaw