Nûnerê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV–DEM) li Herêma Kurdistanê bi tundî bersiva daxuyaniya Wezîrê Derve yê Sûriyê Welîd Muelim dide û dibêje ku, Muelim nûnerê partiyek şovenîste û bi wan tştên ku dibêje dixwaze raya giştî bixapîne.
Welîd Muelim di hevpeyvînekê de ligel rojnameya el–Exbar a libnanî ragihand ku, wan alîkariya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), ku yek ji pêkhateyên TEV–DEMê ye, li Kobanê kiriye. Lê berpirsên PYD li Herêma Kurdisranê wan gotinaba red dikin û bi xapandina raya giştî didin zanîn. Serokatiya Herêma Kurdistanê jî di çend rojên bûrî de, ew daxuyaniya berpirsê rejîma Sûriyê bi dirêjahiya siyasetên bûrî yên wê rejîmê zanî û bi tundî rexne li axeftinên Welîd Muelim girt.
Nûnerê TEV–DEMê li Herêma Kurdistanê, Xerîb Hiso ji BasNewsê ragihand ku, axeftinên Muelim siyaseteke şoveniste û got: “Ne wê rejîmê alîkaria me kiriye û ne me daxwaza alîkariyê jê kiriye.”
Xerîb Hiso amaje bi wê yekê kir ku, axeftinên Muelim dûbarekirin heman siyaseta xapandinê ya rejîma Esede, li pêş civaka navneteweyî û navdewletî zelal û aşkere ye ku Kurdan li Rojava bi xwe herêmek ji xwe re avakirine û ew bi xwe herêma xwe diparêzin û niha şerê terorîstên DAIŞê dikin, wiha jî berdewam kir “Rejîma Esed çavên wê bi pêşkeftina Rojava bar nebû, herwiha li wê pêşkeftinê jî mikur nayê, rastî jî li ber çave ku niha navçeyên Kurdî tên birêve birin û rejîma Beis li wê de nemaye.”
Li gor Hiso, mebesta axeftinên Muelim ewe ku, rejîm dide xuyakirin ku xwedan destihilata rewa ye li Qamişlo, Kobanê, Hims û Hemayê û berpirsiyariya wan navçeyan di stûyê wê de ye, lê ew yek zelale ku niha ew navçe ne di destê rejîmê de ne û niha desthilateke xweser li navçeyên Kurdî heye, ji aliyek din ve Muelim dixwest ku arîşeyan ji Rojavayê Kurdistanê re çêbike.
Nûnerê TEV–DEMê got jî: “Ji bilî lêdan û bombebaran kirina navçeyê, rejîma Esed tiştekî zêdetir ji Kurdan re nekiriye, ew rejîmeke şovenîste, tevî ku Kurd bê nasname û regezname hiştine, ji navçeyên wan jî re derkirin û li şûna wan Ereb bi cih kirine, rejîmek wiha mamele ligel welatiyekî bike, êdî wê çawa alîkariya me bike?”
Di dawiyê de navbûrî diyare kir ky “Arîşeya Kurdan li Rojavayê Kurdistanê arîşeya hebûn û ziman û axê ye, arîşeya maf e, ew jî li cem Beis nayê qebûlkirin.”
BasNews