BÛYERPRESS
Desteya tenduristiyê ya bakur û rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê ragihand ku,45 kesên din li herêma Cizîrê û Şehbayê bi vayrosa Koronayê ketine.
Dr.Ciwan Mistefa hevserokê desteyê da zanîn ku 9 kesên din jî rehet bûne,bi vê yekê re hejmara giştî ya pêketiyan dibe 783 kes,238 kes rehet bûne,42 kesên din ku rewşa wan giran bûn canê xwe ji dest dane.