BÛYERPRESS
Desteya tenduristiyê ya bakurê Sûriyê bi daxuyaniyekê ragihand ku 65 kesên din bi vayrosa Koronayê ketin,2 kesên ku rewşa wan giran bûn jî canê xwe ji dest dan.
Dr.Ciwan Mistefa hevserokê desteyê da zanîn ku 40 kesên din jî ji vayrosa Koronayê rehet bûn,bi peyabûna van rewşan re jî hejmara giştî ya pêketiyan dibe 689 kes.