BÛYERPRESS
Wezareta tenduristiyê ya hikumeta Sûriyê ragihand ku 74 kesên din li gundewarê Şamê bi vayrosa Koronayê ketine.
Li gorî agahiyên ku wezaretê di daxuyaniya xwe de parve kirine,15 kesên din rehet bûn,her wiha 4 kesên ku rewşa wan giran bûn canê xwe ji dest dane.
Bi vê yekê re hejmara giştî ya pêketiyan li Sûriyê dibe 2217 kes,505 kes rehet bûn,her wiha 89 kes ku rewşa wan giran bûn canê xwe ji dest dan