BÛYERPRESS
Desteya tenduristiyê ya bakur û rojhilatê Sûriyê ragihand ku 19 kesên din li herêmên Bakurê Sûriyê bi vayrosa Koronayê ketin..
Dr.Ciwan Mistefa hevserokê desteya tendurisiyê ya bakur û rojihilatê Sûriyê diyar kir ku,4 kes li Hesekê, 9 li Qamişlo, kesek li Til Hemîs û 5 kes li Şehbayê bi vayrosa Kovêd – 19 ketine
Dr.Ciwan Mistefa da zanîn ku bi hebûna van rewşên nû re,amara giştî ya pêketiyan li Bakurê Sûriyê dibe 138 kes.