Dilawerê Zengî
Civaka gelê Kurd di nav pênc sînoran de parvekirî ye. Lewra ji avakirina dezgeh, navend û saziyên civakî yên sivîl bêpar e.
Daxwaz ji sazkirin û çêkirina van rêxistin û dezgehan ev e; berî her tiştî, xwedîderketin li kesayetiya xwe -wek netewe-, nas bikinû xwe bidin naskirin. Bêdiro! wê dîtin daxwaz û xwestekên me zelal bibin. Dost ji dijminan bên naskirin û mafê her gel, kes û mirovan di civakê de, li gorî rêzan û rêdanên navdewletî bêne zelalkirin.
Berî her tiştî rêxistin, sazî, komele û partî armanca wan pêşxistina civakê û biserxistina mafê gel e. Wek nimûne, partî bixwe wesîle ye, ne akam e. Ji komek merovên bîrbir û zana di hizr û bîr û baweriyên xwe de, yekrêz in, mîna hev diramin û tozik û rêbazan ji kar û barê xwe re datînin. Ango, ji bo pêşxistina civakê ye, çi di warê siyasî û çi di warê rewşenbîriyê de be.
Rewşa tevgera me gihaye wê rewşê ku hejmara partiyên me ji hejmara tiliyên herdû dest û lingan pirtir bin. Mexabin, hejmara Siyasetmedarên me ji hejmara partiyên me bi gelekî kêmtir in. Partîzanên me jî ji wan kesan re bûne daholvan û zirnevan. Wek me got: Partî bixwe wesîle ye ji bo tu pê bigihê akama xwe, mîna ko tu li kerekê siwarê û pê bighê –akamê – cihekî . Lê heger ew ker – wesîle – li te siwarê, û ji dêvla wî tu bizirî û tîzka bidî…., wê gavê malwêranî bi serê xwe ye.
Di roja îroyîn de, ev partiyên me, li gorî guhertinên ku di herêmê de çê dibin, ew jî wehareng e rengê xebata xwe diguherînin. Ji karê ramyarî derbasî qûnaxa şerê çekdarî dibin û daxwaz û xwestekên xwe binav dikin. Wek nimûne: (Kurdên Sûriyê) ku bûye (Rojavayê Kurdsitanê) di belge û rêbazên wan de cih girtiye –li gorî peymana Duhokê -. Gelo Encûmena Kurdî jê re amade ye?!
Bejna wê li hemberî bejna vê daxwazê çiqasî bilind e?!
Gelo heta bi çi astê wê xwe ji pencên Niştimanî û Neteweyî riha bike?!. Berjewendiya gelê xwe û liberxwedanê bide pêş û biryara xwe bide?!. Li hemberî êrîşên dijminekî çete û pir dijwar bi navê “Da`iş”ê pêdar be?!. Ew “Da`iş”ê ku êrîşê tîne ser herêmên kurdan tevan û ji Şingala birîndar ta bighê Keleha liberxwedanê- Kobana lehengan. Îro şer e, şerê yan hebûn û yan nebûnê ye. Bi destê qehremanên (YPG) û (YPJ) dastanên mêranî û lehengiyê tên nivîsandin. Bi destê “Da`iş”ê çete serê keçên me, keçên gulîsor, şervanên azadiyê tên jêkirin.
Hawar e kurdo!…. halan e merdo!… îro roja şerefê ye!.. roja tekoşîn, cangorî, lihevkirin û yekîtiya tevgera kurdî ye!.. ne dema ezezîtî, kêsbazî, pergîrî, partîtî, nandozî, nokerî û xiniziyê ye.
Di dema nivîsandina vê gotarê de, di wêneguhêzê de hate ragihandin ku herdû aliyên tevgera kurd; Encûmena Niştimanî ya Kurd û TEV DEM peymana lihevkirinê imze kirin. Bêdudilî cihê dilxweşiya gelê kurd e ku bi destê kurdan ev lihevkirin çê bibe. Hêja ye gotinê ye ko em sipasiya serokê Kurdistanê Kek Mesûd Barzanî dikin û bejna xwe li ber wî ditewînin.
Di dawiyê de, Ji hemû partî, sazî û komeleyên kurd tên xwestin ku bi erk û sitûbariya xwe ya dîrokî rabin û xwe ji mejiyên dijayetî, nakokî û perçebûnê reha bikin. Wek seydayê Cegerxwîn gotiye: (Heger Em Nebin Yek Emê Herin Yek Bi Yek).