BÛYERPRESS
Doh li bajarê Qamişloyê hejmareke partî û sîwanê Kurdî erebî Suryanî li navenda partiya demokratîk Kurdistan – Sûriyê PDKS’ê civiyan..
Tê de ragihand ku wan bereya aşîtî û azadiyê damezrandiye ji bo qonaxa pêş li Sûriyê.
Endamê serokatiya encûmena niştimanî ya kurdî – Sûriyê ENKS’ê Mihemed Îsmayîl ji bo malpera Bûyer re ragihand ku
” Armanca sereke ya damezrandina vî laşê nû ew e ku nerînên ji bo Sûriya nêzî hev bibin,her wiha peydakirina çareseriyekê ji bo projeya çareseriya siyasî li Sûriyê bigiştî ”
Mihemed Îsmayîl got ku bereya aşîtî û azadiyê xwe dibîne beşeke sereke ji oposizyona Sûriyê û helwestên navdewletî ji bo çareseriya li Sûriyê digire dest
Endamê serokatiya ENKS’ê bangewazî li hemû aliyên siyasî kir ku nerînên xwe bikin yek ji bo projeya çareseriyê li Sûriyê pêş bixînin û got :
” bereya aşîtî û azadiyê çênebûye ku dijatiya aliyên siyasî li hundir bike,an jî dewletên herêmî bike,armanca me ew e pêwendî pirtir be,her wiha bawerî di nava pêkhateyên herêmê de jî xurtir bibe