BÛYERPRESS
Desteya tenduristiyê ya bakur û Rojihilatê Sûriyê derbarê gumanên peydabûna rewşên Koronayê li Qamişloyê û Hesekê civîneke çapemeniyê lidar xist..
Ciwan Mistefa hevserokê desteyê da zanîn ku têsta amûra ( PCR ) ji 4 hevwelatiyan re çêbûye ku tê de tekez bûye,ew hilgirê vayrosê ne.
Ciwan Mistefa her wiha tekez kir ku 3’ê rewş li Qamişloyê ne,yek jî li Hesekê ye,niha ew rewş jî ketine kerentînê de.