Jêdereke taybet ji Yekîneyên Parastina Gel aşkira kir ku di 24 demjimêrên borî de bi dehan terorîstên DAIŞ hatine kuştin û sê ji wan jî emîr bûne.
Jêderê ku di nava rêzên YPG de ye ji Xendanê re ragihand: Di 24 demjimêrên borî de 28 çekdarên grupa terorîstî DAIŞ hatine kuştin.
Wê jêderê got jî: Her wê êrişan de 3 emîrên mezin ên DAIŞ jî hatine kuştin.
Jêderê Xendanê amaje bi şehîdbûna şervanan û pêşmergeyan nekir.
Pêşti efserê hêza pêşmerge li Kobanê emîd Ehmed Gerdî ragihandibû ku rewşa niha ya Kobanê berve başî diçe û li çend gundekî jî di navbera pêşmerge û şervanên YPG li gel çekdarên DAIŞ`ê berdewame.
Emîd Ehmed Gerdî got: Hêzên pêşmerge û YPG pêkve şer dikin û pêwendiya me li gel hev zor başe û ji ber ku me çekên giran birine em zêdetir baregehên DAIŞ bombarduman dikin.
Xendan