BÛYERPRESS
26’ê nîsana sala 1893’an mîr Celadet Bedirxan li bajarê Istenbolê hate dinê.
Ew wekî pêşengê nivîsîna kurdî bi tîpên latînî tê nasîn. Di warê lêkolînên li ser zimanê kurdî de gelek xebitiye û li surgûn û nefiyê kovarên Hawar û Ronahî weşandiye.
Ji bilî zimanê kurdî Mîr Celadet bi van zimanan jî dizanibû: Îngilîzî, Fransî, Almanî, Tirkî, Farisî, Erebî, Yunanî. Kovarên Ronahî û Hawar bi sernivîskariya wî derdiketin..
Mîrê zimanê kurdî Celadet Alî Bedirxan weku îro sala 1951’an li şama paytexta Sûriyê koça dawî kir.