BÛYERPRESS
Wezareta tenduristiyê ya hikumeta Sûriyê ragihand ku 23’ê kesên din li Sûriyê bi vayrosa Koronayê ketine,11 rewş rehet bûn,3’ê rewşên din jî canê xwe ji dest dan.
Bi vê yekê re hejmara pêketiyan li Sûriyê dibe 417 kes,136 kes rehet bûn,19 rewşên din jî canê xwe ji dest dan.
Weku tê zanîn yekemîn rewşa ketina bi Koronayê 22’ê avdarê hatibû tomar kirin,ku ew kes ji derveyî Sûriyê hatibû.