BÛYERPRESS
Doh fermandarê biryargeha navendî ya artêşa Emrîkî Ceneral Kênêt Makênzî gihişte Bakurê Sûriyê û li gel fermandarê HSD’ê Mezlûm Ebdê civiya.
Her du aliyan hevrêziya hevbeş ya HSD’ê û artêşa Emrîkî li herêmê,di çarçoveya şerê li dijî şaneyên razayî yên DAIŞ’ê gengeşe kirin,Mezlûm Ebdê ji aliyê xwe ve spasiya rol û piştîvaniya artêşa Emrîkî li Bakur û Rojihlatê Sûriyê kir.