BÛYERPRESS
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ji Ber Metirsîna Koronayê Biryar Da Ku Hemû Dergehên Sînorî Bêne Girtin
Xalên biryarê ev in :
1- Tevahî dergeh ji duşemê (13.07.2020) ve bi temamî têne girtin.
2- Ji 13.07.2020`an ve kesên derbasî herêmên Rêveberiya Xweser bibin, dê heta 14 rojan bikevin kerentînê de .
3- Nabe tu cenaze derbasî herêmên Rêveberiya Xweser bibin.
4- Divê rêgeza dûrketina ji hev li cihên olî, konên sersaxiyê, şahî û civînên mezin pêk were.
5- Tenê xwendekar ji vê biryarê heta ku ezmûnên xwe bi dawî bikin têne cuda kirin,lê divê tevahiya tedbîrên tenduristiyê bêne girtin.