BÛYERPRESS
Nûnerê Emrîkayê yê taybet ji bo Sûriyê Cêmis Cêfirî ragihand ku Waşintin lêkolînê ser biryarekê dike ku 54 milyon dolar bide Bakur û Rojhilatê Sûriyê..
Her wiha Cêfirî tekez kir ku ew ê bi rê û rêbazên cûdatir jî alîkariyê bi xelkê vê deverê re bikin.
Her wiha Cêfirî da zanîn ku Emerîkayê naxwaza sîstema li Sûriyê biguherîne,lê belê dixwaze qonaxa neteweyên yekgirtî ( qonaxa veguhêz ) bide pêş û dibêje :
Li gorî biryara 2254 dê xelkê Sûriyê çarenûsa xwe diyar bikin,her wiha ka ev sîstem ji wan re guncawe an na.