BÛYERPRESS
Balafirên şer ên Tirkiyê wargeha penaberan a Mexmûr, Şingalê û çend deverên din li herêma kurdistanê bombe kirin.
Ev bombebaran di demjimêr 12’ê şeva çûyî de pêk hat.
Çavkaniyên xwecihî dane zanîn ku ti xisarên canî peyda nebûn,lê ziyanên madî pirin.
Dewleta Tirkiyê bi navê pencê Qertel operasyonek li herêma kurdistanê daye destpêkirin.
Berî niha ji ber bombebarana Tirkiyê ser xaka Îraqê,hikumeta Îraqê şandibû pey sefîrê Tirkiyê li Iraqê û kaxezeke dijber radestî wî kiribû..