BÛYERPRESS
Serokê Sûriyê Beşar Esed bi biryarekê serokwezîrê Sûriyê Îmad Mihemed Dîb Xemîs ji kar rakir û Hisên Ernûs li şûna wî wezîfedar kir.
Di daxuyaniya buroya serokatiya hikumeta Sûriyê de hate goitn: “Serok Esed biryara 143‘yan a sala 2020‘an derxist. Li gorî wê serokwezîr, Îmad Mihemed Xemîs ji vê erkê hate dûrxistin û li şûna wî birêz endizyar Hisên Ernûs hate wezîfedarkirin, ku di heman demê de wezîrê berhemên avî ye.”