BÛYERPRESS
Hêzên Sûriya Demokratîk HSD’ê encamên qonaxa yekemîn ji operasyona tunekirina terorizmê li Hesekê û Dêra Zorê bi dawî kir
Amarên operasyonê bi daxuyaniyeke çapemeniyê ve ragihandin
Daxuyanî ji aliyê berdevka Encûmena Leşkerî ya Dêra Zorê Lîlwa Ebdullah ve hatî xwendin û di daxuyaniyê de ev xal hatin pêşandan :
Bi koordînasyona leşkerî di navbera hêzên me û hikûmeta Iraqê de ,her wiha destekdayîna Hêzên hevpeymana navdewletî ji bo peydakirina ewlehiya herêmên sînor û parastina aramiya navxweyî, parastina jiyana niştecihan ji êrişên şaneyên DAIŞ`ê ku di demên dawîn de zêde bûne, hêzên me nêzî 175 km bi dirêjahî û 60 km bi kûrahî paqij kir û di nav de zêdetirî 150 gund û bexçe kontrol kirin.
Hêzên Komandos û Koalisyonê girtin ser 65 bargeh şaneyên DAIŞ`ê
Di encama operasyon û paqijkirinê de hêzên me 110 terorîst hatin girtin
Her wiha hêzên me miqdareke çekên cûda di nav de demance, madeyên teqemenî û miqdareke mezin ji madeyên teqemenî ku li ser destan hatibû çêkirin, desteser kir.
Qonaxa yekemîn ji pêngavê îro 10/6/2020 bi dawî dibe