BÛYERPRESS
Serokê Desteya çandiniyê û aboriyê li herêma Cizîrê Selman Barûdo di hevdîtinekê li gel Bûyer fm,ragihand ku wan dest bi kirîna berhema genim ji cotyaran kirine.
Selman Barûdo tekez kir ku wan 24 navend ji bo wergirtina berhema genim vekirine,ku dikare 500 hezar ton parzûn bike
Serokê desteya çandiniyê û aboriyê li herêma Cizîrê Selman Barûdo da zanîn ku ew ê berhema Ceh bi giştî ji cotyaran bikire,bi nirxê 150 leyreyên Sûrî,5 navend jî ji bo wergirtina berhema ceh diyar kirine.
Ji bo biryara Hikumeta Sûriyê ku nirxê kirîna genim ji cotyaran kire 400 leyreyê Sûrî,Barûdo dibêje :
Ev biryara bilindkirina nirxê genim ku ji aliyê hikumeta Sûriyê ve hatiye girtin,biryareke siyasî ye,ew jî ji bo pirsgirêkan û nakokiyan çê bike.