BÛYERPRESS
Ji ber belavbûna vayrosa Koronayê li cîhanê û taybet Sûriyê,desteya fêrkirin û hînkirinê li bakur û rojhilatê Sûriyê mekanîzmeya xwendinê dabû rawestan,ji dêvila wê jî fêrbûna ji dûr xistibû xebatê de,wane ser kenalên televizyonî belav kir,her wisa malper û rûpelên taybet bi waneyên vîdiyoyî dabû çêkirin.
Herî dawîn Desteya fêrkirin û hînkirinê ya li bakur û rojhilatê Sûriyê ragihand ku sala xwendinê bi dawî bûye,şagirt jî hatine bilind kirin bo ast û qonaxeke mezintir..her wisa wê qonaxa fêrkirina ji dûr têkeve meriyetê de.