BÛYERPRESS
Berdevikê hevpeymana navdewletî ya şerê li dijî DAIŞ Mayilz Kaxêniz di gotarekê de ragihand ku,ew nûçeyên ku derdikevin der barê birîndar bûna hejmareke leşkerên Emrîkî di çemberekê de,li herêmên Bakur – Rojhilatê Sûriyê ne rast in.
Da zanîn ku ti karwanekî artêşa Emrîkî di wê herêmê derbas nebûye.
Ev nûçe jî ji aliyê ajansa SANA ya ser bi hikumeta Sûriyê ve hatibû parve kirin ku tê de gotibû,di çemberekê li dijî Emrîkayê li Bakurê Sûriyê 3 leşkerên Emrîkî birîndar bûne.