BÛYERPERSS
25 partî û rêxistineke siyasî ya kurdî ragihand ku wan sîwaneke kurdî ya siyasî nû bi navê ” partiyên yekîtiya niştimanî ya kurdî ” ava kirine.
Ew jî ji bo piştîvaniya destpêşxeriya fermandarê HSD’ê Mezlum Ebdê.
Ev partiyên Rêveberiya Xweser roja duşembê 18’ê vê mehê li bajarê Qamişloyê civîneke berfireh lidar xistibûn…
Her wisa ji bo hevgihandina aliyên kurdî,civîn di nava nûnerên van partiyan de têne pêk anîn
Serokê Partiya Aşîtî demokratîk ya Kurdistanî Telal Mihemed ji bûyer fm re ragihand : armanc ji avabûna vê sîwanê,da ku rol bilîzin di diyaloga kurdî – kurdî de,her wiha ji bo piştîvaniya destpêşxeriya fermandarê HSD’ê
Telal Mihemed destnîşan kir ku hejmareke partiyên kurdî rexne kiribûn ku yekrêziya refa kurdî ne tenê ji bo du sîwanane PYD – ENKS’ê…lê belê hejmareke partiyên siyasî yên kurdî serbixwe hene..
Şêwirmendê hevpeymana navdewletî Wilyam Robak û Fransayê tekez kirin ku di qonaxa duyemîn de hemû partiyên kurdî li hev wê bicivin û gengeşeyê ser belgeya siyasî kurdî bikin
Telal Mihemed da zanîn ku wan desteyek ji 7 nûnerên partiyên yekîtiya niştimanî kurdî ava kirine..
Li gor gotina wî,2 deste wê hebin ( desteya partiya yekîtiya niştimanî kurdî – desteya encûmena niştimanî ya kurdî Sûriyê ENKS’ê ),ger encam ji van danûstandinan derkeve wê li gel partiyên din yên dûrî van çarçoveyan jî bê parve kirin.