BÛYERPRESS
Weku îro berî 83’ê salan komkujiya Dêrsimê pêk hat ji aliyê dewleta Tirkiyê bi serokatiya faşîst Mistefa Kemal Ataturk ve,ku 75 – 80 hezar kurd hatine şehîd kirin.
Ev komkujiya ku pêk hatî ji bo zexta ser şoreşa Seyid Riza bû û xwe radestî hikumeta wê demê bikin.
Li gorî zanyariyan xazên jehirî di vê êrîşê hatine bikar anîne,hemî qurbanî jî di şikeftan de hatibûn asê kirin.
Fermandarê Şoreşa Dêrsimê yê wê demê Seyid Riza di 5’ê Îlona sala 1937’an nameyek ji wezîrê derve yê Ingilîstanê re şand bi vê bûyerê re, her wiha Seyid Riza xwest ku gelê wî were parastin ji aliyê Ingilîstanê ve.
Lê belê xwesteka Seyid Riza pêk nehat..
Piştî wê di 9’ê cotmeha sala 1937’an Seyid Riza li Erzîncanê hate girtin û li gel lawê xwe hate sêdar kirin..her wiha li gel kur mam û çend serokeşîrên din.