BÛYERPRESS
Hunermendê Kurd Seîd Gabarî di 13ê Nîsana 1956’an de li gundê Bêzarê ser bi bajarê Hesekê ve hatiye dinê..
Seîd Gabarî di 8 saliya xwe de dest bi hunera Kurdî kiriye
Di 1966’an de Seîd Gabarî helbestvanên Kurd Cegerxwîn û Seydayê Tîrêj nas kirine…
Herdu mamosteyan bandoreke mezin li Seîd Gabarî kirin û alîkarên wî jî bûn..
Di sala 1969’an de, konsera xwe ya pêşîn lidar xist..
Di sala 1970î de ji ber straneke şoreşgerî li konsereke mezin li Qamişlokê hate girtin, wî pir eşkence û zehmetên bi êş dîtin û gotinên stran û awazên Kurdî lê qedexe bûn li her çar aliyên kurdistanê.
Lê Seîd Gabarî xwe ti carî ji stran û awaz û gotinên Kurdî dûr nekir..
Seîd Gabarî bi dehan stranîn şoreşgerî û evîdarî gotin, yek ji stranên wî yên gelekî naskirî Bilbilê Dilşad e, ku seydayê Tîrêj nivîsandibû.
Seîd Gabarî di 64 saliya xwe ji ber nexweşiya penceşêrê li herêma Kurdistanê koça dawî kir.