BÛYERPRESS
Roja 25‘ê Nîsana 2017‘an balafirên şer ên dagirkeriya Tirkiyê êrîşî Çiyayê Qereçoxê kir.
Tevî ku asîmanê Bakur û Rojhilatê Sûriyê di bin serweriya hevpeymana navdewletî de bû,lê Tirkiyê binpêkir,hevpeymana navdewletî jî ji vê êrîşê bê deng ma.
Çiyayê Qereçoxê yê bakurê Sûriyê ku dikeve sêgoşeya sînorê Tirkiyê, Sûriyê û Iraqê hate bombe kirin,ji ber girîngiya wê ya stratîjîk û hebûna baregehên fermandariya YPG û YPJ’ê tê de
Ne tenê baregehên YPG’ê û YPJ’ê hebûna radiyoya Rojava ku weşana xwe ji ser çiyayê Qereçoxê jî dikir rastî bombebarana Tirkiyê ve hate.
Di encama vê êrîşa Tirkiyê de 38 şervanên YPG’ê û YPJ’ê şehîd bûn.