BÛYERPRESS
Berzan Ferman
Rojavayê Kurdistanê bi destpêbûna şoreşa 19’ê Tîrmeha 2011’an stûnê statûyekê ser zemîna Sûriyê danî,stûnê kevirî ku danî jî di rêya desteya bilind a kurd re bû..Desteya bilind ya kurd ku li Hewlêra Başûrê Kurdistanê damezeriya û rastî îmzeya serokê herêma kurdistanê yê wê demê Mesûd Barzanî ve hat
Bi dirêjahiya temenê vê desteyê biryarên semîmî û çarenûsî hatin derxistin,taybet di biwarê doza kurdî de û xwestek pêkanîna rêveberiyeke kurdî dûrî nakokî û aloziya li Sûriyê qewimî
Di nava 3’ê salan dawiya salên 2014’an destpêka sala 2015’an de û piştî nakokiyên hizbîtî û partîtî,her wiha destwerdana dewletên derve ev yekîtiya ku di vê desteyê de çêbûbû,parçe parçe bû
Bûyerên li dûve wê re hatin, temaşeker û şopdarên babeta kurd li Sûriyê matmayî hişt,Dikarim bibêjim destên Îran û Tirkiyê rasterast di ji hev xistina vê desteyê hebû
Ji xwe li raya Emrîkayê jî hat ku di dawiya sala 2015’an hêzên sûriya demokratîk HSD’ê ava kir,parçebûna di bereya kurdî de keysbaz kir û fermandarên kurd yên girêdayî encûmena Sûriy Demorkatîk MSD’ê kirin serkêşê vê hêzê,ku hîn nû MSD’ê lingê xwe di qada siyasî de avêtibû
Bereya ENKS’ê jî ji vê bê par ma,anku erê nekir bibe beşek ji statûyeke hevbeş di navbera kurd û ereb û suryanan de, çimku ENKS’ê xwe wekî xwediyê projeya neteweyî ya kurdî li Sûriyê pênase kir
Hevalbenda Emrîkayê HSD’ê û bi sîwana MSD’ê şerê dijî DAIŞ’ê kir û bi bahneya DAIŞ’ê ta niha ew piştîvaniya Emrîkî bo HSD’ê berdewame,mixabin ta niha têkilî û pêwendî tenê di warê leşkerî de maye,anku ti belgeyeke siyasî ji Emrîkayê nehatiye standin
Tu sererkanekî Emrîkî bi eşkereyî û di rêya medyayê re piştîvaniya doza kurdî nekiriye û bi her awayî dibêjin ku ew li Sûriyê demikî ne,mebest jî ku ew hizir nakin statûyekê di nava Sûriyê çê bikin,zirarê bigihînin têkiliya xwe bi Rûsan re
Di vê çarçoveyê de jî hikumta Sûriyê bê deng nema,gotarên dijber û kîndar arasteyî gelê kurd kir,got ti dozeke kurdî li welatê Sûriyê tine ye,ev jî ser zimanê serokê Sûriyê Beşar El Esed
Wate Rûsiya û Îranê û bereya wan ta niha ti fermana avabûna statûyeke kurdî nedane û nedidin jî
Ji nêz ve û bi çavekî erênî mirov lê binere tişta ku hatî çesipandin nirxdare û ew stûnên kevirî hîn ser xwe mane
Di vê qonaxê de tenê bi ser hev anîna mala kurdî li Sûriyê pêwîst dike
Êdî dîkorîst û modela wê malê wê çawa bê diyar kirin êdî nema tê zanîn ??
Ji aliyê partiya yekîtiya demokratîk PYD’ê ve an ENKS’ê ve
Niha detpêşxeriya fermandarê Hêzên Sûriya Demokratîk HSD’ê Mezlûm Ebdî lidar e..ew jî bi mebesta bi ser hev anîna mala kurdî û yekrêziya neteweyî
Ev destpêşxerî jî rasterast û zindî ji aliyê serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî hate nirxandin
Weku ev destpêşxerî bibe rêka pêkanîna xewna û xeyalê kurdên li Sûriyê
Di çarçoveya vê destpêşxeriyê jî Mezlûm Ebdî hevdîtin li gel partiyên kurdî kir,di serê lîsteyê de Encûmena Niştmanî ya Kurdî – Sûriyê ENKS’ê,her wisa gelek dosyayên nakok derketin holê û diyalog ser wan bû
Yekem gava baweriyê ku weku Mezlûm Ebdî nav lêkir,dema encûmena niştimanî ya kurdî Sûriyê ENKS’ê ofîsên xwe li gelek bajarên Rojavayê Kurdistanê hatin vekirin,li ser wê jî hevdîtin di navbera Kongreya neteweyî ya Kurdistanê Şaxê – Rojava û partiya demokratîk ya kurdistanî – Sûriyê PDKS’ê de li bajarê Qamişloyê çêbûn
Bendewarî hîn zêdetir têkilî û pêwendî di navbera her du aliyan de çê bibin,bi armanca serxestina projeya yekîtiya neteweyî ya gelê kurd li Rojavayê welêt
Dîsan hizir tê kirin Rojavayê Kurdistanê ku bi Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatiye nas kirin,wê weku modela Başûrê Kurdistanê – Bakur Iraqê lê were
Tevî ku rêveberiya xweser vê yekê red dike û dibêje projeya wê ne ji bo neteweyekê ye
Her hal pirsyara herî sexte tê meraq kirin û pirsîn
Kanî Rojavayê Kurdistan Kanî Ew Nav Kanî Ew Statûya çaverêkirî ??