BÛYERPRESS
Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê çend biryarên girîng dan,biryar wiha têne rêz kirin :
1 – Divê li gorî lîsteya temwînê tevgera bazirgan çê bibe,eger wiha tevnegerin wê rastî lêpirsîna yasayî werin
2 – Hemû seredan taybet yên malbatî divê werin rawestan û li malên xwe bimînin.
3 – Cenzayên ji derveyî bakurê sûriyê tên,tedbîrên tenduristiyê wê li gel wan çê bibe,bi mercê ku hevwelatiyê bakurê sûriyê be..
4 – Yê ku ji derveyî bakurê sûriyê bê,14 rojan dikeve bin çavdêriyê de
5 – ofîsên dirav guehrtinê ( serafê ) her roja înê wê bêne vekirin.
Rêveberiyê bangewazî li hemû hevwelatî,bazirgan û kesên biryaran wan nava xwe de digire,ku li gorî biryar û rênmayan bilivin