BÛYERPRESS
Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk HSD’ê ji ber bangewaziya emîndarê giştî yê Neteweyên Yekgirtî Antoniyo Gotirêj hemû operasyon û çalakiyên xwe yên leşkerî radiwestîne.
Fermandariyê tekez kir ku ew li rex vê yekê disekinin ku agirbesteke mirovî çê bibe ,dergehê diyalogê û çareseriya siyasî ji aloziya Sûriyê re peyda bibe.
Fermandariya HSD’ê hemû aliyên siyasî vexwendî vê biryarê kir ku ti kar û xebateke leşkerî nekin û li gorî agirbesta mirovî rawestin