BÛYERPRESS
Ji ber metirsîna Vayrosa Koronayê ser cîhanê û metirsîna jiyana hevwelatiyên bakur û rojhilatê Sûriyê biryarên wiha têne girtin ;
1 – qedexeya çûn-hatinê tê ragihandin li hemî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji sibeha duşembê 23/3/2020 ji saet 6’ê Êvarê
2 – liv û tevgera di nava rêveberiyan anku bajarên sereke de çê dibe ji roja şemiyê ve 21/3/2020 tê rawestandin
3 – dergehê hemî xwaringeh,kafê,bazar , bexçeyên giştî,kilînkên tenduristî,holên şahiyan û konê ezaa têne girtin hetanî biryareke din
4- nexweşxane,navendên tenduristiyê,rêxistinên navdewletî, xaça sor,kilînk,komîteyên dermankirinê,karkerên paqijiyê,otombîlên veguhestina madeyên xwarinê û şîrê zarokan,sîtêrin veguhestina petrolê û fiyûlê û nanxane aktîf dimînin
5 – divê hemî hevwelatî li gorî van biryaran bilivin