BÛYERPRESS
Bi sedema belavbûna vayrosa Korona Covid – 19 li tevayî cîhanê,rêveberiya xweser li bakur û rojhilatê Sûriyê jî tedbîrên xwe girtin.
Li gor biryara rêveberiya xweser,yekîtiya hunermendên herêma Cizîrê rêdana lidarxistina şahiyan û çalakiyên hunerî rawestand.
Hevserokê yekîtiya hunermendên herêma Cizîrê Elî Ebdullah ji Bûyer Fm re ragihand ku :
Der barê rawestana şahiyên taybet ( dawet ) divê ku xwediyên holan pereyan li xwediyan wan vegerînin ku hol ji xwe re eyar kiribûn.