BÛYERPRESS
Weku îro sala 1989’an de sembola hunera kurdî Bilbilê Kurdistanê Mihemed Şêxo li bajarê Qamişloyê koça dawîn kir..
sala 1948’an Hunermendê Kurdistanî Mihemed Şêxo li gundewarê Qamişloyê gundê Xecokê hate dinê.
Di sala 1969’an de dest bi stranbêjiyê dike.
Ew salên xwe yên di navbera 1969’an û 1972’yan li Libnanê ji bo xizmeta hunerê li Bêrûtê du sal waneyên muzîkê distînê…
Di sala 1972’an de bi hinek hevalên xwe re bi navê ” Koma Serkeftin ” komek mûzîkê saz dike..
li gel Mîrê Bizqê Seîd Yûsif,hunermendên giranbûha Mehmûd Ezîz Şakir,Remedan Necim Omerî kar û xebata mûzîk dimeşînin..
Mihemed Şêxo 1973’an derbasî Başûrê Kurdistanê dibe û li wir mîna hozan û şervanan kar dike, têkiliyê xwe bi hunermendê kurdên Başûrê Kurdistanê re saz dike..
heman salê jî diçe êzgeha Bexdê da stranan tomar bike û piştre berê xwe dide Rojhilatê Kurdistan
Li Rojhilatê Kurdistanê ji bilî karê xwe yê muzîkê çend sala mamostetiyê dike.
Sala 1975’an piştî rûxana şoreşa Mele Mistefayê Barzanî Mihemed Şêxo berê xwe dide Başûrê Welêt û li gel gelek hunermendên kurdistanî têkiliyan çê dike
Rejîma Îran Şêxo wek dijberê Rêjîmê dihesbîne û derheqî wî de biryara binçavkirinê da. Hunermend di sala 1983’yan de vedigere Qamişloyê û komeke mûzîkî çê dike, û heta sala 1986’an de gelek berheman diafirîne.
Sala 1987’an dikaneke tomarkirina stranan li bajarê Qamişloyê vedike,hunermendê kurd ji ber zext û zoriya Hikûmeta Sûriyê dikan tê girtin,û biryar derheqî wî de dergetin.
Ew kilamên xwêyê herî baş li heps û zindanan de dibêje û di kilam û stranên xwe de derd û kulên gelê xwe û daxwaz û baweriyên wan bi hunermendîyek bilind tîne ziman.
sala 1989’an 9’ê Avdarê li nexweşxaneya niştimanî ya bajarê Qamişloyê koça dawî kir
Berhemên wî li gorî kasêt :
Ay Gewrê
Cana min/Sînem
Koçê Me Barkir
Gulîzar
Ey Felek/Kewê Ême
Dil Perîşanım
Nesrîn
Ay Lê Gulê
Nalinêk
Mihemed Şêxo nêzî 14 kasêt berhem anîne,Mihemed Şêxo ku yek ji strana wî ya herî bi nav û deng Ay lê Gulê ye, gelek stranên din yên nas û hezkirî bi deng û awazê xwe xiste pirtûkxaneya mûzîka Kurdistanî de
Îro li bajarê Qamişloyê 31’emîn salvegera koça Mihemed Şêxo bi rê û resmên cûda têne lidar xistin..