BÛYERPRESS
Careke din stasyona Elok ya dikeve gundewarê Serêkaniyê kete xebatê de..
Ev stasyon ji aliyê artêşa dagirker a Tirkiyê ve hatibû rawestandin û di encamê de av li ser Hesekê û Til Temirê hatibû qut kirin.
Hevseroka Gerînendeya Avê li Hesekê Sozdar Ehmed ji Bûyer Fm re ragihand :
Ev stasyon berî 2 rojan dest bi xebatê kiriye,piştî ku 11 rojan av li ser herêmê hatibû qutkirin,ku ji aliyê artêşa dagirker a Tirkiyê ve kenalên avê û sikrên wan hatibû girtin.
Piştî lidarxistina kongreya çapemeniyê ji aliyê Rûsan ve li bajarê Qamişloyê,rê hate dayîn ku karker derbasî stasyonê bibin û dest bi xebatê tê de kirin