BÛYERPRESS
Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyê der barê gotarên serokê Sûriyê Beşar El Esed de daxuyaniyek da.
Di dirêjahiya vê daxuyaniyê de Rêveberiya xweser wiha dibêje :
Dibe ku rêjîm rabirdûya xwe vegerîne û bi bîra xwe de bîne ku bakurê Sûriyê ya ku toreya Sûrî û yekbûna wê parast.
Berxwedana Efrînê ya 58 rojan li dijî dagirkeriya Tirkiyê,herwiha mîna wê berxwedanê li Serêkanî,Girê Spê û salên berxwedana li dijî DAIŞ’ê,ev xebat û ked û xwîna xwe ku hatî dayîn,ji bo ku Sûriyê nebe wîlayeteke Tirkiyê û nebe navenda xîlafetê.
Di van bûyeran de Rêjîma Sûriyê xwe bê deng kir,û weku ku ev tişt ne ser erdê wê çê dibe.