BÛYERPRESS
Penaberên ser sînorê Yûnanê asê mane hejmara wan her û her zêde dibe.
Li gorî raportên neteweyên yekgirtî û yekîtiya ewrûpayê nêzî 30,000 penaberî ser sînorê Yûnanê asê mane.
Li aliyekî asayîşa sînorî ya Yûnanê nahêle ku ev penaber derbasî herêmên wê bibe..
Li ser vê yekê Tirkiyê 1000 polîsên Ser Sînorê Yûnanê danîne,da nahêle penaber bizivirin.
Tirkiyê hat tometbar kirin ku ne tenê penaberên Sûriyê,lê belê Efxanistanî,Iraqî û Pakistanî jî di nav de dergeh ji wan re vekiriye da berê xwe bidin Ewrûpayê.