BÛYERPRESS
.çalakiyên roja duyemîn a Festîvala Çand û Hunerê ya Jinê bi copiya xwe ya 5’emîn li navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê li Qamişloyê bi xelatkirina serkeftiyan bi dawî bû.
Xalsa Hesen pileya yekem di warê kurteçîroka ” Zimanê Kurdî ” de standî.
Evîn Yûsif Mihemed pileya yekem di warê kurteçîroka ” Zimanê Erebî ” de standî.
Di warê Helbestê de pileya yekem nehate diyar kirin,pileya duyem çû ji Helbestvan Meter Eylûl re,Şêrîn ‘lo pileya yekem di warê hunera şêwekarî de bi dest xist.
Di karê destan de Yêrîvan Hemûş pileya yekem bi dest xist.
Her wiha di roja duyem û ya dawîn de ahenga îmzekirina pirtûka ” Gulên Ji Devê Cengê ” bo helbestvan Meryem Temir hat lidar ketin,her wiha pêşandaneke şanoyê bi sernavê ” Qêrîn ” pêk hat