BÛYERPRESS
Çavdêrgeha Sûrî ya mafên mirovan ragihand ku karwanekî barhilgirên hevpeymana navdewletî ji dergeha Sêmalkayê derbasî herêmên Bakur û Rojihlatê Sûriyê bûn.
Çavdêrgehê da zanîn ku ev karwan ji 40 barhilgirî pêk dihat ku alavên lojîstîk hildigirt û berê xwe da baregehên hevpeymana navdewletî li Rojava ( Bakur – Rojilatê Sûriyê )
30’î Meha çûyî karwanekî hevpeymana navdewletî di dergeha Sêmalkaya sînorî ya Başûrê Kurdistanê re derbasî Rojavayê Kurdistanê bûn û ev 50 barhilgir alavên lojîstîkî şandin baregeha Til Bêder û Til Birakê