BÛYERPRESS
Seroka Desteya Cîbicîkar a Encûmena Sûriya Demokratîk MSD’ê Îlham Ehmed ragihand ku Şama Paytext erê kiriye ku danûstandineke siyasî di navbera wê û Rêveberiya Xweser de çê bibe bi navbênkariyeke ( Rûsî )
Îlham Ehmed destnîşan kir ku dibe ku di van danûstandinan de komîteyeke bilind çê bibe ku karê wê şopandina yasaya rêveberiya xwecihî li Sûriyê be,her wiha şêweya rêvebertiyê yê rêveberiya xweser li Bakur – Rojhilatê Sûriyê bê gengeşe kirin.
Seroka Desteya Cîbicîkar a MSD’ê di hevpeyvînekê li gel Şerq El Ewset da zanîn ku hevdîtinên wan li Baregeha Himîmîm li gel şanderekî Rûsî çêbûye û di encama wê de ev liv û bizav hatiye pêşxistin..