BÛYERPRESS
Li bajarê Qamişloyê yekîtiya hêzên kurdî Rojava semînerek ji bo yekîtiya neteweyî rêxistin kir..
Di vê semînerê de Emîndarê giştî yê Partiya Çepgirên Kurd – Sûriyê Mihemedê Mûsê û Salih Mislim berpirsê têkiliyên derve yê PYD’ê beşdar bibûn.
Salih Mislim Berpirsên Têkiliyên derve yê PYD’ê di vê semînerê de behsa gotara siyasî ya li herêmê taybet di çarçoveya yekrêziya kurdî de kir û ragihand ku ew gavên ji bo yekîtiya neteweyî dişopînin û berdewamin di nêzîkirina nêrînên çarçoveyên kurdî ji hev du.