Taybet Bûyer
Lêpirsîn : Ehmed Bavê Alan
Di hundirê kampa Holê de bêtir ji 50 cinsiyên cihêreng hene..hejmara rûniştvanên vê kampê ji Sûrî û Iraqiyan ve,jin û zarok ‘ 71,000 ‘ ji wana
‘ 12000 ‘ biyanî ‘ 4000 ‘ Jin û ‘ 8000 ‘ zarok di nava wan de zarokên bê dê û bê bav ( Sêwî )
Hol bajarokeke dikeve rojhilatê parêzgeha Hesekê ya Bakur û Rojihlatê Sûriyê..
Navenda rêveberiya navçeya Holê ku ji 22 şaredariyan pêk tê,di hundirê vî bajarokê navbihûrî ve kampeke hembêzkirina penaberên Iraqî û Filestînî di salên 90’î de hate ava kirin…sala 2016’an hêzên sûriya demokratîk HSD’ê serwerî lê vê kampê kir piştî ku rêxistina dewleta Îslamî ” DAIŞ ” ji wê herêmê hate derxistin,ev kamp ji bona malbatên çekdarên vê rêxistinê hate veqetandin,ku ji ‘ Baxoz ‘ ya rojihlatê çemê Feratê derketibû di Adara 2019’an.
Rûbera vê kampê mîna rûbera Kobaniyê ye,ku rêxistina dewleta Islamê ” DAIŞ ” hewil dida wê dagîr bike û bi bin ket,di encamê de hevpeymana navdewletî derbasî xetê bû li gel yekîneyên parastina Gel ( YPG ,YP J )
Êrîşên dagirkeriya Tirkiyê yên herî dawîn li ser herêmên Bakur û Rojihlatê Sûriyê,hêviyek li cem malbatên rêxistina DAIŞ çêkir ku li kampê ragirtî ne,hemdemî wê jî serçekdarê DAIŞ Ebû Bekir Bexdadî berî ku di êrîşa hevpeymana navdewletî ser Idlibê di dawiya sala 2019’an de bê kuştin got : ” Divê jinên DAIŞ yên li kampan werin azad kirin “
Êrîşên Dagirkeriya Tirkiyê Hêzên Sûriya Demokratîk HSD’ê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn ( Asayîş ) mijûl kir,ku ev hêz parastina zindanên girtiyên DAIŞ’ê dike ku nêzî 12 hezar çekdar tê de ne di nava wan de emîr û fermandarên bilind yê wê rêxistinê,her wiha mijûl kirin ku di kar û barê kampan de,ji wana kampa ” Holê ” ku 71,000 kes tê de dijîn,ji wana 50,000 ji malbatên rêxistina DAIŞ
Reva Xeternaktirîn Jina DAIŞ’î ” Cîhadîst -Nijadperest ‘ û Gihişte Tirkiyê
Di kampa ” Holê ” de gelek rewşên revê çêbûn,ji wana reva ” Fethiya El Micatî ” ku xeternaktirîn jine di çarçoveya Selefî û radîkalî de ” Qa’îdê berê û DAIŞ’a niha ” ku piştî êrîşên dagirkeriya Tirkiyê ser herêmên Rojava ( Bakur – Rojhilatê Sûriyê ) hate veguhestin ji kampa Eyn Îsa re,piştî hedefgirtina kampê ji aliyê Tirkiyê ve,hate veguhestin ji Kobaniyê re,her wiha Tirkiyê ” Zindana Kobaniyê ” topbaran kir ku nêzî noqteyeke ” Emrîkî –Fransî ” bû,Fethiya El Micatî karîbû bireve û xwe bigihîne Tirkiyê…
Kampa Tirsê
Di hundirê vê kampê de rewşên kuştinê û tesfiyekirinê zêde hebûn,zehmete ku hûrgilî û agahî der barê operasyonên wan jinên rêxistinê li kampê bêne nasîn…gelek ji parêzvanên kampê ku ji hêzên ewlekariya hundirînin,bi kêrê ji aliyê jinên DAIŞ’î ve dihatin birîn kirin,ne gengaze jî ku sûckar bê nas kirin ji ber zêdebûna hejamra wan,û cilê wan yê yeker ( Cilê yek nexşe )
Fermandara ewlekarî di kampa Holê de ” Xelat ” ku navekî tevgerî ye,ji mere behsa wê yekê kir ku,termê jineke di navbera 30’î de li hengar û rêgarên kampê de dîtine…termê wê jinê hate dîtin piştî ku rêxistineke navdewletî dest bi sererastkirina hengar û rêgaran kirî..
Ew jin hate kuştin,piştî ku dadegeha rewa ya jinên kampê hikum lê birîn…
Ev kirinên hanê,rewşên tirsê li nava kampê çêkirin,ku piraniya rûniştvanên wê yên DAIŞ’î fikr û paradîgmeya DAIŞ di serê wan de heye,heta heta piştî kuştina serçekdar Ebû Bekir Bexdadî.
Kamp Yan Zindan ?!
Hewildana naskirina şêwazên ewlekarî ku danûstandin bi jinên DAIŞ re bêne kirin bi bin ketin..
Piştî ku Ewlekarvan ( Xelat ) nexweste eşkere bike,her wiha karê çavdêriya û lêpirsînsa sûckaran li nava kamê..
” Xelat ” behsa kêmbûna endamên ku parastina kampê dikin û dibêje :
” Dirêjbûna Kampa Holê digihêje 17 km,parastiye bi sînacekî torekirî ku hêsane were qetandin,rêxistinên navdewletî ku li nava kampê kar dikin ne pêre ne ku dîwar li dora kampê bê çêkirin û bahaneya derdixin ku ” ev kampe ne zindane “..mixabin ew dizanin çiqasî metirsîn heye ji van kesên di nava kampê de dijîn.
Li gorî ku ” Xelat ” ragihandiye dûrbîna her noqteyeke çavdêriyê ji hev du 200 mitre û dibêje ev têrê nake,her wiha îşaret bi kêmbûna Kamêreyên çavdêriyê li derdora kampê kir û dibêje :
Hejmareke kamereyên me hene,lê hejmara wan hindike,divê bêne belavkirin li ser kampê,şewqa şevê kême û tine ye li nava kampê û sînacê torekirî imkanên me tine ne,dewletên têkildar jî guh nedan vê yekê.
Têkşikandina Karên Revê û Girtina 600 Kesî
Piştî xwesteka ‘ Serçekdarê DAIŞ Ebû Bekir Bexdadî ‘ ku jinên DAIş bêne azad kirin,şaneyên razayî yên rêxistina terorist ketine dewreyê de.
” Xelat ” di vê çarçoveyê de dibêje :
Karê revê dibû gelek caran,me 600 kesên ku hewil didan birevin girtin…di gera me ya li Kampa Holê de di cihên ne metirsîdar,li gorî ku ewlekarvanên kampê ji mere hiştin,me dît ku smartphone anku telefonên desta yên zîrek di destê piraniya rûniştvanên kampê de hebûn.
” Xelat ” wiha li axaftinên xwe zêde dike :
Piraniya jinên DAIŞ yên ji Iraq û Sûriyê telefonan hildigirin,lê jinên biyanî bi nepenî telefonan bikar tînin,xizmea Înternêtê li nava kampê tine ye,lê belê ew jinên DAIŞ ser xeta Sûrî ya ji berê ve fatoreya wê tê danîn înternêtê bikar tînin,li gel derve diaxivin û pilanên revê saz dikin
5000 Hezar Dolar Temenê Reva Kesekî Ji Kampê Ye
Me hevdîtin li gel gelek jinên DAIŞ’î li bazara Kampê Kir,piraniya wan ji mere behsa pêdiviya xwe bi konan û xwarinan kirî,lê gava me pirsyar ji gelekan ji wan kir ku ” hun dixwazin birevin ” gotina na,lê belkî ji tirsa jinên serçekdar bûn,hindekan got pere li gel wan tine ne,ku rev û derket hewcetdarî pereyên mezin e.
Numereyên mîna yên fermandar ” Xelat ” ji mere diyar kir,gelekan ji wan jinan ev yek vegotin..
Sûrî û Îraqî 3000 dolarî didin ku bigihêjin bajarê Hesekê,5000 bo jineke DAIŞ’î ya biyanî ku bigihêje bajarê Hesekê ku nêzî kampê ye,temenê 60,000 dolar ji bona revandina biyaniyan ji Hesekê,ta Idlibê û piştre bo Tirkiyê..
” Xelat ” dibêje gava ku karê revê ji kampê tê kirin ser her du milan ( hundirîn û nepenî ) hişyarî bi navan û cinsiyan tê kirin,her wiha hişiyareke fermî ji her du milan ( hundirîn û nepenî ) bo dezgehên dewletên biyanî bi reva hevwelatiyekî biyanî
Kesên hene karîbûn birevin ji kampê û xwe bigihînin bajarê Hesekê,di qonaxa duyemîn de şaneyên razayî yên rêxistina DAIŞ’ê,ji Hesekê derxistin Idlibê û piştre Tirkiyê
Ewlekarvana Kampê ji mere eşkere dike rewşeke revê û girtina kesekî li nêzî Minbicê ser sînor û eniyên Hêzên Sûriya Demokratîk HSD û hêzên Mertala Feratê ku di bin fermana artêşa Tirkiyê dike û wiha behsa vê yekê dike :
DAIŞ’iya jin ku reviya bû,hewil da derbasî herêmên mertala Feratê bibe ku stasyona dawîn bû ji wêre,kesê pilana reva wê kiribû jêre negotibû ku hêzên Mertala Feratê yên ser bi Tirkiyê ve mayîn li wê herêmê çandine,ew jin li mayînekê diqelibe û birîndar dibe,hêzên me jî karîbûn wê rizgar bikin ji mirin û hate veguhestin ji nexweşxaneyê re,paşê careke din hate vegerandin bo kampê
Pere Çesipandin Di Nava Kampê De
Di hundirê kampê de ofîsên şandina pereyan ji Kampê re hene..ew jî di bin rêveberiya kampê de ye,pere têne şandin ji malbatan re ku di kampa Holê de ragirtî ne,gelekan ji jinên kampê dibêjin ew pere têra wan çend rojan tenê dikin..
Piştî têkşikandina rêxistina DAIŞ di dawîtirîn pargehên wî li Baxozê,bi hezaran malbatên DAIŞ’iyan xwe radestî Hêzên Sûriya Demokratîk HSD’ê Kirin,50,000 ji malbatên DAIŞ’iyan gihiştin kampa Holê,ji wana malbatên serçekarên rêza yekem,emîr û ewlekarvanên rêxistina DAIŞ’ê.
Li gel wan bi hezaran Dolar hebûn.
” Xelat ” di vê çarçoveyê de ji mere got :
Dema ev hejmara mezin ji kesan gihişte kampa Holê, me operasyonên lêgerîn ser jinên DAIŞ çêkir,me pereyên mezin bi wan re dîtin ku ji Baxozê anîbûn,me ev pere xistina beşê Emanatan bi belgeyên fermî û 300 dolar her mehane têne diyarkirin bo xwediyên pereyan bo ku ser pêdiviyên xwe xerc bikin..
Xelat berdewam dibêje ” mixabin ji ber hejmara zêde ya jinên DAIŞ,hindek jin karîbûn pereyên bi xwe re veşêrin,heta niha jî ew pere bi wan re ne û ew jî jinên DAIŞ yên biyanî ne helbet “
Jinên DAIŞ yên biyanî pereyên bi xwe re bikar tînin ji bo revê,bi şêweyekî nepen li gel kesên li derve pêwendî dikin û tifaq dikin,her wiha agahdarî kesekî sêyem dikin ku,ku kesê qaçaxçî îxanetê li wan jinên DAIŞ neke.
Hêsanbûna Revê Ji Kampê
Kampa ku sînacekî torekî li dora wê ye,Kamp li newalane,noqteyên çavdêriyê dûrî hevin,şewqên şevê li tevaya kampê tine ne,alîkarin di karê revê de,jinên DAIŞ yên li hundir,bi qaçaxçiyekî ji derve re li hev dike ku kengî bireve ( roj – saet – û blok anku Qati’ê ku tê de ye û wê jêre bireve
Bi hebûna newalan re,qaçaxçî dikare otombîlan bîne,şewqên wê vemirîne,bendewarî jinên DAIŞ’ê bimîn yan jî malbateke bi giştî,û wan bibe bajarê Hesekê ji bo destpêbûna qonaxa duyemîn ji derxistina wan derveyî herêmên Rêveberiya Xweser li Bakur – Rojhilatê Sûriyê
Girtina Jinên Ku Reviyan û Vegerandina Wan Ji Kampê Re
600 rewşên revê hatin betal kirin,gelek kes jî hatin girtin,hêzên ewlekariyê ji derveyî Kampê rê û rêbazên wan yên bi lez hene ku bi hêsanî bigihêjin jinên DAIŞ’î ku hewil didin birevin,herî dawîn hêzên taybet yên dijî terorê,karîbû derbasî malekê li nava taxên Hesekê bibe,û hejmareke ji jinên DAIŞ’ê yên revayî bigire.jinek û du zarokên wê karîbûn ji kampê birevin.
Fermandarê operasyona destgîrkirinê dibêje :
hişyariyeke ( hundirî û nepenî ) gihişte me ku rewşên revê yên jinên DAIŞ’iyan hene,me jî ji jêderên taybet agahî wergirtin ku,hejmareke jinên DAIŞ’î hene cilên rewa li xwe dikin di hundirê maleke bajarê Hesekê de,me tîmek çêkir bo derbasbûna nava malê,şervanên jin jî bi mere hebûn,ji bona lêkolîna di nava malê de,me her du jinên biyanî girtin tevî du zarokên wê..her wiha me karîbû qaçaxçiyan bigirin,kesên ku tevlê bûn di operasyona revê de û peydakirina malê ji wan re jî hatin girtin
Yek ji jinên ku reviyayî û hilgira cinsiya Rûsî ye di hevdîtinekê li gel dezgeheke ragihandî,bi hêzên dijî terorê re di operasyona destgîrkirinê de cih girt got :
Bi qaçaxçî re me li hev kir,me sînacî torekirî yê kampê derbas kir,otombîlek li bende me bû û em gihandin vê malê,qaçaxçî soza da me di roja duyem de me bibe bajarê Cerablûs,piştre Tirkiyê û stasyona dawîn Rûsiyayê
Jinên Serçekdar Ku DAIŞ Hewil Dide Wan Ji Kampê Birevîne
Fermandara ewlekarî ” Xelat ” red kir ku endamên rêveberiyê yan jî parêzvanên kampê alîkarin di revandina jinên rêxistina DAIŞ de
Ne tenê kesên pere bi wan re hebin dikarin birevin,lê belê jinên serçekdar hene ku şaneyên razayî yên rêxistina DAIŞ’ê hewil dide wan birevîne û derxîne ji kampê,jinên serçekdar yan ew hevjînin serçekdar û emîrên rêxistina DAIŞ in yan jî ew serçekdar in ku agahiyên nepenî ser rêxistina DAIŞ bi wan re hene…bi taybet cihên pereyan ku serçekdarên rêxistina DAIŞ’ê tê de veşartine.
” Xelat ” dibêje :
” bi şêweyên me yên taybet me karîbû lîsteyeke navên serçekdarên DAIŞ,ku şaneyên razayî yên DAIŞ hewil dida wan birevîne girte dest,taybet dema êrîşa Tirkiyê,lê me serwerî li rewşê kir û me pilan vala derxist.
Şêweyên Kevin û Hêsan Ji Bo Revê
Hêzên Ewlekariyê gelek qaçaxçiyên di hundirê kampê de girtin,ku hewil didan rê û rêbazên revê yên kevin û naskirî bikar bînin ji bo revê
Lê ew her hewil didin,belku her operasyoneke revê ya serketî qaçaxçî gelek pereyan digire.
” Xelat ” dibêje :
” Me jineke DAIŞ’î girt ku di hawiya çopê ( Zibilê ) de bû,ta niha hizir dikim çawa ji bihinê nemiriye ?! “
Her wiha ji mere eşkere kir ku,12 jinên DAIŞ hatin girtin ku sarincên avê de bûn,me ew jî girtin,her wiha bi sedan jin me girtin ku hewil didan sînacê torekirî derbas bikin
Toreke Texaburê Li Nava Kampê
Rêxistina DAIŞ gelek ofîsên wê hene di nava kampê de,ku ji aliyê jinên biyanî yên serçekdar tê birêve birin û dibêjin ew ê daw li gawiran bînin îşaret bi ( Hêzên Sûriya Demokratîk HSD’ê ) dikin..
” Xelat ” dibêje me rêxistineke jinan girt ku alaya DAIŞ’ê hildigirt, ku ser hejmareke konan dihate danîne, ew operasyon dengveda di ragihandinê de, li gorî ku ” Xelat” dibêje ” dadgeheke rewa ” heye ku ji aliyê jinên DAIŞ ve tê birêve birin, ” Lijneya Emir Bilme’rûf,Nehî În El Minker ” û parêzvanên ” Şertiyan El Hisbê “,” Xelat ” dibêje zehmete bi hezaran jinên DAIŞ re têkevin lêpirsînê,cilekî reş yê yeker li xwe dikin,piraniya navên wan jî bikar hatîne ( Muste’arin )
” Xelat ” xwe hindekî diponijîne û dibêje :
” wekî em çavdêriya rêxistinê dikin û dixwazin pilanên wan nas bikin,jinên DAIŞ’î hene ku karê texabûr û tecesisê ser me dikin,haya me ji vê yekê heye.
Hindek hene tên ofîsên me yên rêveberiyê û ewlekariyê da nas bikin kî li wir kar dike,navan nas bikin û cihên ku lê rû dinên nas bikin,îcar zirarê bigihîne malbatên karmendan,da karmend bikevin bin kontrola wan de…pilanên me yên dijberî vê yekê hene.
Xwesteka Ji Nû Ve Vejînkirina Rêxistina DAIŞ
Piraniya agahiyên ku ji aliyê tîmên ewlekarî ve têne wergirtine ji çavkaniyên taybet di hundirê kampê de,ku hejmareke mezin ji jinên rêxistina DAIŞ dixwazin birevin ji kampê bi aliyê Girê Spî ku Tirkiyê ew bajar dagirker kiriye.
Li gorî raportên ku navenda çapemeniyê ya HSD’ê belav kir ku 181 çekdarên berê yên DAIŞ bi dîmen û navan li gel artêşa Tirk a dagirker hatine dîtin di operasyona dagîrkirina bajarê Girê Spî.
Piraniya van çekdaran malbatên wan di kampên Holê de hene,texaburê bi wan re dikin.
Agahî piştrast dikin ku ew hewil didin careke din rêxistina DAIŞ vejîne bikin,her wiha ji bona veguhestin çend jinên serçekdar ji Tirkiyê re.karê xwe gihanda Tirkiyê gelekî hêsan bûye,bi hevrûkirina zehmetiya gihandina jinên reviyayê ji Hesekê,ber bi Idlibê û dûv re Tirkiyê,ji herêmên ku di bin serweriya Hêzên Sûriya Demokratîk HSD’ê de ye.
” Hol “.. Bombeya Eyarkirî
Rojek derbas nabe bêyî ku agahî ser kuştina kesekî di kampê de neyê wergirtin,her dawîn pilanên jinên DAIŞ hatin guhertin,êdî dest bi şewitandin konan kir,ew jî da ku tevliheviyê di nava kampê de derbixînin,belkî ku bihêle operasyoneke revê ya giştî çê bibe.
Rewşa jiyanî li nava kampê zehmete ,33 rêxistinên navdewletî hene ku li gorî rêkeftinekê bi Rêveberiya Xweser re kar dike,gelek jinên DAIŞ hene,gazin ji kêmbûna xizmetan ji aliyê rêxistinên navdewletî ve kirin.her wiha gotin rêxistinên navdewletî pêdiviyan pêşkêşî wan nakin
Cabir Mistefa ” Rêveberê Ofîsa Têkliyan Di Kampa Holê De ” ku girûpek ji cinsiya Îraqê bi rêkeftinekê li gel hikûmeta Îraqî hatine şandina bo wî welatî,her wiha girûpeke hundirîn bi garantiyekê ji aliyê serokên êlan û rûsipiyên Bakur – Rojhilatê Sûriyê.
Rêveber Mistefa got 85% ji rûniştvanên kampê ji malbatên rêxistina DAIŞ in
Gerîndeya têkliyên derve ya rêveberiya xweser li Bakur û Rojihlatê Sûriyê di amareke xwe de ragihand,wê 347 zarok û jin ji malbatên çekdarên rêxistina dewleta Islamî ” DAIŞ ” radestî dewletên wan kirine di sala 2019’an.
Gerînendeya Têkliyên derve destnîşan kir ku dewletên hevwelatiyên xwe wergirtine :
(Fransa,Emerîka,Denîmark,Rûsiya,Australiya,Swêd,Birîtaniya,Elmaniya,
Belcîka,Holenda,Finlenda,Nerwêcê,Sûdan,Nîcîriya û Komara Trînîdad in )
Herî dawîn Encûmena Asayîşa Navdewletî bi zexteke Tirkiyê bi sponseriyek ji ” Aliyê Rûsî ” nehişt ku alîkariyên mirovî di dergehên sînorî re derbasî herêmên Rêveberiya Xweser Li Bakur û Rojihlatê Sûriyê bibin..
Wezîrê Karê Derve Yê Fransayê Can Êf Lodiriyan hişyar kir ku,kampên penaberan li Bakur û Rojihilatê Sûriyê di rewşeke mirovî ya dilgiran re derbas dibe û gengaze ku di her kêlîkê de bibe ” Bombeyeke Eyarkirî “