Meksîm Îsa
Ev dora mehekê ye, ku bajarê Kobanî berxwedaneke bêhempa dike û mîna kelayê di riwê çekdarên Komara Îslamê li Îraq û Şamê (Dai’ş) radiweste. Mirov mat dimîne, çawa û bi çi awayî ev bajar li ber xwe dide! Mêr, jin û zarok li Yekîneyên Parastina Gel (YPG), Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) û hin hengelên Artêşa Sûrî ya Azad tev bi hev re berevaniya Kobanî dikin. Di mehekê dengê vê berxwedanê giha her malekê li seranserî Cîhanê. Di vê gotarê de, ezê hewl bidim rewşa Kobanî bi tevayî analîze bikim.
Çima DA’IŞ berê xwe da Kobanî?
Bi baweriya gelek sedemên vê êrîşa Da’işê hene. Li vir dixwazim sedemên sereke yên vê êrîşê bêjim:
1- Piştî ku Da’işê 49 welatiyên Tirk serbest berdan, rêjîma Tirk rê ji Da’işê re vekir, ku karî be bi riya wê şerê Doza Kurd li Sûriyê bike, ji ber ku ew -Tirkî – nikare bêyî erêkirineke navnetewî derbas bibe. Lê ew dikare piştgiriya hêzên Da’işê bike û çek û rextan pêkêşî wan bike. Yanê weke hevpeymanekê di navbera Tirkî û Da’işê de çê bû.
2- Rêjîma Sûrî, tevî ku bi Tirkan ne li hev e, di mijara kurdan de pê re li hev tê û herdu jî bi DA’IŞ re di vê xalê de li hev in.
3- Karê hevbeş di navbera “YPG”e û Artêşa Azad de cihê nerazîbûna rêjîma Sûrî bû.
4- Kîna herdu rêjîma li ser kurdan.
5- Kêmaniya serkirdayetiya siyasî û PYD/PKK û tekanekariya wê.
6- Lawazbûna ENKS û bêdengiya rikberiya Sûrî.
7- Lawazbûna Artêşa Azad li Gundewarê Helebê û Reqa yê.
Armancên êrîşê:
Ev sedemên pir ên vê êrîşê li ser bajarê Kobanî dê armancine pir li pey wan hebin. Dikarim li gorî rewşê wiha analîze bikim:
1- Ketina Kobanî ji bo Tirkiyê, ketina Doza Kurd li Sûriyê, naxasim ku Kobanî ji Efrîn û Cizîrê dûr e. Heger Kobanî –Xwedê neke – bikeve, Kurdistana Sûriyê weke yekîneyeke siyasî-rêvebirî (Herêm) namîne.
2- Zextkirin li ser PYD/PKK, ku mercên Tirkiyê bipejirîne. Yanê dê wek Tirkiyê be, yan jî dê bajar bikeve destê Da’işê (hevparê Tirkîyê).
3- Ji berjewendiyên herdu rêjîman e, ku kurd bên koçberkirin, talankirin, malwêrankirin, kuştin û serjêkirin! Guhertina demografiya Kobanî û gundewarê wê ji herdu rêjîman re girîng e.
4- Tirkî bi riya vê êrîşa Da’işê du çûkan bi kevirekî digire; xwe ji kurdan xwelas dike û rê ber xwe vedike, ku hêzên xwe derbas bike.
Hesabê malê û sûkê li hev derneket:
Hêzên ezmanî yên hevbendiya navnetewî êrîşê gelek bargehên Da’işê li aliyên gundewarên Dêra Zorê, Reqa, Idlib û Helebê kir. Di rojên pêşî de, êrîşên ezmanî dûrî Kobanî û gundewarê wê bûn. Emerîka xwest derfetekê bide Tirkiyê, ku hinekî li xwe û siyaseta xwe derbarê Da’işê vegere, lê Tirkiyê mercê navçeyeke aram danî. Ew bû cihê nerazîbûna Emerîkayê. Ewê nas kir, ku êdî tenê kurd dikarin pê re alîkar bin di şerê Da’işê de, naxasim piştî Tirkî daxwaza Serokê Herêma Başûrê Kurdistanê Mesûd Barzanî ne pejirandin, ku Pêşmerge di Tirkiyê re herin Kobanî. Emerîka bi hevrêzkirin û alîkariya Herêma Başûrê Kurdistanê, têkilî bi hêzên YPG re kir û berê agirê xwe bi xurtî da hawîrdora Kobanî. Ji ber wê hesabê Tirkiyê yê malê û sûkê li hev ne hat.
Tevî berxwedana bêhempa, ya ku li Kobanî tê kirin, tevî sedhezarên koçberan li Sirûcê û deşta wê, dengê Kobanî, navê wê û berxwedana wê giha her derê, ku ew jî bi keda gelek rojnamevan û xwepêşandanên kurdan li Tirkî, Ewropa û gelek welatên Cîhanê bû.
Bi baweriya min dê berxwedana Kobanî çend hefityên din berdewam be. Mirov nikare 100% bêje dê berê Kobanî li ku be, ji ber di xulekan de dibe ku rewşeke nû peyda bibe, lê baweriyeke mezin li ba gelê kurd heye, ku ev bajar dê nekeve.
Li dawiyê dixwazim bêjim, ku kurdên Sûrî herdemê çêra Cizîr (Qamişlo) û Efrînê dikir, Kobanî dihate jibîrkirin. Mirov carina pê hest dibû, ku ev bajar ne yên kurdan e, weke ku tune be. Îro bi saya vê berxwedanê her mirovek Kobanî nas dike, çav,guhê û hestên wî lê ne.
Îro Kobanî ji bajarekî jibîrkirî dibe paytexta Cîhanê!