Silêman Azer
Hîna tu,
vî bakurî dipêçî berbejnek
û bi sînga evîndariya xwe ve
dadileqînî,
destmalkekeTentenekirî
bi miskê şûştî
radestî evîna xwe dikî.
Hîna libkên tekayiya te
di hêwîbûna axa wî de
zîl didin
ew bakurê westiyayî
ji cengên wan.
Tu serê xwe datînî
ser balîfê vehesîna wî.
Bakurê,
têrnebûyî ji têkbirina
keviyên xwe
di lepê valayiyê de
xwe kedî dike
qurbanê şeva pîroziyê.
Hemî pêxember himbêz kirin
û rût derbasî ferzexên xwe dibe.
Di bîranînên xwe de
li roja binavkirina xwe diterpile
dema binav bû
binxet
û deşteke şîn ji koçeriyê re.
Ji lavlavên te
tu vizandî kulmek
dan
bo oxirkirinê