Hunermendê navdar ê Kurd Şivan Perwer got: ‘Pêdiviya hemû gelan bi aştî û azadiyê heye. Dewlemendiya li ser erdê û bin erdê ya li Rojhilata Navîn, têra hemû kesan dike. Divê hemû kes ji vî şerî re bibêjin bes û li hemberî şer derkevin.’
Komîteya ku di nav de humermendê navdar ê Kurd Şivan Perwer û hinek hunermendên din hebûn, ji Neteweyên Yekbûyî (NY) daxwaz kirin ku Şengal û Kobanêji êrîşên DAİŞ’ê biparêze.
Şivan Perwer îro li ber ofîsa NY’ê ya li Hewlêrê ligel hunermendên Başûrê Kurdistanê kom bûn û daxwiyaniyek dan çapemeniyê. Perwer ragehand ku NY rêxistina hemû dewletan e û di heman demê de rêxistina Kurdan e jî û got: ‘Daxwaza me ji NY’ê ew e ku nûnertiya me jî bike. Em bi vê mebestê hatin vê derê. Armanca me ne protestokirin e. Divê NY li Kurdên dîl ên şer xwedî derkeve û mafên wan biparêze.’
Perwer da zanîn ku şer hertim dibe sedema xirabî û wêranbûnê û tu caran nabe sedema başiyê û wiha axifî: ‘Pêdiviya hemû gelan bi aştî û azadiyê heye. Dewlemendiya li ser erdê û bin erdê ya li Rojhilata Navîn, têrî hemû kesan dike. Divê hemû kes ji vî şerî re bibêjin bes û li hemberî şer derkevin. Bi taybetî gelê Kurd her tim di nav şer û pevçûnan de ye. Lê rêxistina DAİŞ’ê niha ji bo hemû dewletên dinyayê hêzeke metirsîdar e. Gelê Kurd di eniyên şer de li hemberî DAİŞ’ê şer dike û divê ji ber vêna hemû kes alîkariyê bidin gelê Kurd.’
Piştî Perwer hunermendên din jî axifîn û gotin ku gelê Kurd hem li Sûriyê hem jî li İraqê di nav şer de ye û daxwaza wan ew e ku hêzên navneteweyî çi pêwist dike bikin. Perwer digel hunermendên din di vê navberê de carnan stran gotin û çalakiya xwe bi stranan xemilandin.
Piştî çalakiyî nameya ku tê de daxwazên hunermendên Kurd hatibûn nivîsandin pêşkêşî rayedarên NY’ê hat kirin. Di beşekî nameyê de wiha hatibû nivîsîn: ‘Eger Kobanê bikeve û li herêmê komkujî çêbibee berpirsiyar NY, NATO û hêzên din ên navneteweyî ne.’
BasNews