Taybet Bûyer
Amadekirin: Ehmed Bavê Alan
Ji Erebî: Bûyer
Piştî Têkbirina Dewleta Islamî DAIŞ’ê ser destên Hêzên Sûriya Demokratîk HSD’ê û bi piştîvaniya hevpeymana navdewletî de,bi hezaran çekdarên DAIŞ’ê xwe radest kirin,bi hezaran jî li herêmên Bakur – Rojhilatê Sûriyê hatin girtin û bi parastina HSD’ê zîndanî bûn.
Hêzên Hevpeymana navdewletî rijd bû ku hebûna DAIŞ li bajarên Baxoz a dikeve rojhilatê Dêra Zorê nehêlin,ku ev dosya metirsîneke mezin ser Rojhilata Navîn û Cîhanê bi giştî çêkirî
Hezar ji van çekdarên ku dîlgirtî ne li cem HSD’ê,piraniya wan serçekdarin,serçekdarên ewlehî ne û çekdarên ku komkujî û kiryarên hovane pêk anîbûn.
Piştî têkbirina DAIŞ’ê û ragihandina fermî ya ji hêla Fermadariya leşkerî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk bo bidawîkirina ” dewleta xilafetê ” “Dewleta Islamî “, di merasîmek fermî de di qada Umer a neftê de di 23ê Adara 2019an de, fermandarên hevpeymaniya navdewletî û nêzî 200 dezgehên ragihandinê yên navneteweyî û herêmî beşdarî vê merasîmê bibûn
Mazlûm Ebdî Fermandarê Hêzên Sûriya Demokratîk HSD’ê behsa hewcedariya xebata ji bo bidawîkirina hebûna veşartî ya rêxistina DAIŞ ” şaneyên wê yên razayî ” kir
Ebdî destnîşan kir ku pêwîste çareseriyek di der barê girtiyên vê rêxistina terorist bibînin,û dibêje ev dosya ji hebûna DAIŞ ya ser zemînê û erdê xeternaktir e.
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 25’ê Adara îsal,du rojan piştî ragihandina serkeftina mezin li dijî rêxistina terorist DAIŞê,daxwaza avakirina dadgeheke navdewletî ji bo girtiyên DAIŞ’ê kir..

Dr.Ebdulkerîm Umer Hevserokê Gerînendeya Têkiliyên Derve Ya Rêveberiya Xweser Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê
Dr.Ebdulkerîm Umer hevserokê gerînendeya têkiliyên derve ya rêveberiya xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ” Gerînendeya têkiliyên derve ser xebatên dîplomatîk yên bi derve re disekine ” dibêje :
” Piştî têkbirina rêxistina terorist, me gazî civaka navdewletî kir ku dadgeheke navdewletî jibo darizandina tawankarên DAIŞ’ê ava bike,ku kiryarên herî hovane li dijî xelkê herêmê pêk anîbûn. “
Serkirdeyê Dîplomasî Ebdulkerîm Umer,eşkere kir ku wan bi hezaran dosya û belgeyên girtiyên DAIŞ amade kirîne û hazirin pêşkêşî civaka navdewletî bikin û wiha got :
“bi daxuyaniyekê me ji cîhanê xwest,ev dadgeh were damezrandin,her wiha alîkariya yasayî û lojîstîk jî ji mere pêşkêş bikin
Dadgeha Sûcan Ya Navdewletî :
Kurte-naveroka Giştî :
” Piştî pevçûnên li Rwanda û Yûgoslavyaya berê, û nebûna dadgehek navdewletî, civaka navdewletî ji bo darizandina kesên berpirsyar ji tawanên şer, tawanên dijî mirovahiyê û qirkirinê di van du bûyeran de, damezrandina du dadgehên tawanbar ên navneteweyî hilbijart… Dadgeha Sûcan ya Navdewletî li Yogislafiya sala 1993’an ,Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî ya ji bo Rwanda di 1994 de bi mebesta lêkolîna van tawanan û cezakirina tometbarên van kiryaran û dadgeh kirina wana..
Encûmena Asayîşa Navdewletî van herdu dadgehê bi biryarnameyên beşê 7’an ji girêbesta neteweyên yekbûyî hate damezrandin û biryarên wiha ji bo hemî dewletan peywendîdar in û ev her du dadgeh bi mebesta cîbecîkirina hegemoniya dadwerî li ser dewletan
Rêyek din pejirandina peymanekê ye ku damezrandina saziyek wiha, hewcetdarî pejirandina dewletane

Dr.Ebdulkerîm Umer Hevserokê Gerînendeya Têkiliyên Derve Ya Rêveberiya Xweser Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê
Dr.Ebdulkerîm Umer der baêr dastûstandina li gel civaka navdewlet û civînên bi zilhêzên cîhanê re axivî û dibêje :
” Welatên hevpeyman bi serokatiya Emerîka û Rûsya, û ew bi wan re bersiv dan ser dosyayê û helwestên wan erênî bûn. ”
Umer helwesta yekser a hin welatan eşkere dike ku dadgeh di nav wan de damezirîne : Swêd, Fransa û Hollanda
Umer bal kişand ser zehmetiya avakirina vê dadgehê û hewcetdariya biryarekê ye ji aliyê encûmena asayîşa navdewletî ve û ev yek nabe ti carî,çimku Rûsiya û Çînê wê Vêtoyên xwe bikar bînin..
Damezrandina Dadgeha Navdewletî Bûye Xwesteke Giştî Ya Hemî Pêkhateyên Li Herêmên Rêveberiya Xweser
Êrîşa Tirkiyê ser deverên Rêveberiya Xweser dagîrkirina wê ji bajarên Serêkaniyê û Girê Spî re gefeke û metirsîneke mezin ser herêmê çêkir..bi hezaran raport û belgeyên ku têkiliyên Dewleta Tirkiyê û DAIŞ’ê eşkere dikin hene, her wiha çekdarên ser bi artêşa Niştimanî ve ku Tirkiyê piştîvaniya wê dike û wê bikar tîne di şerê li dijî gelê kurd..û ew tenê operasyona Hûn wan bikar tînin da ku li dijî Kurdan şer bikin,ew bi xwe çekdar û serçekdarên DAIŞ’ê bûn ku piştî têkçûna wan berê xwe dabûn Tirkiyê…HSD’ê bi belge û navan navên 180 serçekdarên DAIŞ ku wêneyên wan di vê artêşê de belav bûne hene,ku piraniya wan ji Turkmanistan, Ozbekistan, Îgor, Iraq û çend welatên din in.
Metirsîneke çêbûye di hebûna van çekdarên DAIŞ’ê di nava vê artêşê de ku hejmara wan bi hezaran e û desthilatê ser zindanan bikin..Li gorî raportên navdewletî û xwecihî eger wisa bibe,dê DAIŞ di mehekê de xwe komî ser hev bike û careke din dest bi şer bike.
Pêkhateyên Herêmê bi gelemperî di nav de partiyên siyasî yên rikber ji Rêveberiya Xweser re,dilgiraniya xwe ji vê rewşê re anîn ziman û dibêjin ,Tirkiyê deverê kontrol bike û dosya zindanan têkeve destên wê de metirsîneke mezin ser herêmê çê dibe.
Dawûd Dawûd,berpirsê rêxistina Aşûriya Demokratîk ya rikber ji Rêveberiya Xweser,ku endamekî Îtîlafa Sûriyê ye ku ya dawiyê piştîvaniya Artêşa Niştimanî dike ku dixwaze herêmên Rêveberiya Xweser dagir bike….Berpirsê rêxistinê Dawûd Dawûd dibêje ku divê ew çekdar bêne darizandin çimku xeteriyeke mezinin ser deverê..
Siyasetmedarê Xiristiyan behsa girîngiya avakirina vê dadgehê li rojhilatê feratê kir…belku ew ê girîngiyeke siyasî û ragihandî bi dest bixîne û wê bibe bûyereke dîrokî ku ev çekdar li cihê tawan lê pêk anîne,werin dadgeh kirin.
Xwesteka siyasetmedar Dawûd ji avakirina dadgeheke navdewletî nayê wê wateyê ku bibe alîkarek û pênasîneke navdewletî ji rêveberiya xweser re û wiha got :
“Xwe-rêveberî tê vê wateyê ku bi yek awayî an destwerdanek siyasî, an pergalek federal, û ew beşek ji Sûriyê ye…Ev mijar ji bo Sûrî ye ne ji bo civaka navneteweyî..
Cidîtiya rewşa herêmê, nemaze piştî dagirkeriya Tirkiyê, bandor li guhartina gelek helwestan bi taybet ya siyasî kir,ji berê ve nêrînin dijber hebûn di avakirina dadgeheke navdewletî de,da ku Rêveberiya Xweser ji aliyê civaka navdewletî rewa neyê dîtin…
Di vê beşê axaftinê de,serkirde Faris Osman Endamê Komîteya Navendî ya partiyya Demokratîk A Pêşverû Kurdî – Sûriyê,yek ji partiyên mezin û girînge li Rojavayê Kurdistanê,serokatiya vê partiyê jî Koçbarkirî Ebdulhemîdê Derwêş ( 1936 – 2019 ) yek ji beriztirîn siyasetmedar di tevgera siyasî ya kurd de.
Faris Osman dibêje :
“Hebûna hejmarek wiha ji çekdarên DAIş yên dîlgirtî bombeyên demikî ne û metirîsdar e,divê werin dadgeh kirin û ji vî welatî der bînin.
Faris Osman avakirina dadgeheke navdewletî li bakurê Sûriyê şîrove kir û got :
Eger ew dadgeh jî çê bibe,nayê wê wateya ku Îtrîafekî siyasî ji Rêveberiya Xweser re,lê belê wê derbasî ” Bazara siyasî bibe.
Faris Osman bangewazî li civaka navdewetî kir ku demlidest ev çekdar ji vî welatî derkevin,ku hejmara wan digihêje 90,000 çekdarî ku dibin sedem avakirina dewleteke nû ya terorizmê..
Di dawiya axaftina xwe de serkirde Osman dibîne ku ev cûre ji dadgehan wê salan bixwe ta dadmendî pêk were..
Destnîşan kir ku,dadgeha navdewletî sala 2005 ku çêbû têkildarî kuştina Refîq Herîrî serokwezîrê Lubnanî ta roja me ya îro bi dawî nebûye,dadgehkirina çekdarên DAIŞê û deranîna wan ji vî welatî xwesteka me ye,belku fitweya kuştina gelê kurd da,divê cîhan bilive !
Ji aliyekî din ve siyasetmedar û akademisiyên Besman El-Elî El-‘Esaf ku ji Eşîra ” Tey ” ya erebî naskiriye li herêmê,ku ev dosya nakoktirîn dosyaye ji ber gelek sedeman.
El-‘Esaf şîrove dike ku çekdarên DAIŞ’ê yên dilîgirî 12,000 çekdarin,ew girtiyên normalin,ev na sûc li Îraq û Sûriyê kirine ku dibin sûcên ” Cengî ” ev numreya ku min gotiye bûye kelemek ser hemî dewletan..
Akademisiyên Besman El-Elî El-‘Esaf tekez kir ku bijardeya herî baş ku civaka navdewletî berpirsyartiyên xwe li hember vê dosyayê bicih bike…divê hemî dewlet çekdarên xwe bibin û wan dadgeh bike..bêyî alîkariya navdewletî ev tişt pêk nayê,belkî civaka nadewletî naxwaze ku ev dadgeh were ava kirin,îmkanên lojîstî yên rêveberiya xweser jî lawaz in,ew desthilatê ser zindanan dike ku 12,000 hezar terorist tê de ne….gelek zehmete ev tişt pêk were,belku dever ne aram e,operasyonên leşkerî ji aliyê Tirkiyê ve heye..El Esaf wiha gotina xwe berdewam kir : bêyî sazûmaneke zagonî ji aliyê civaka navdewletî,rêveberiya xweser gelekî belganze di aliyê zagonî de..Siyastemdar El-‘Esaf vê dosyayê di aliyê siyasî de şîrove dike û dibêje :
” ger em bifikirin mijara DAIŞ’iyan kaxezeke siyasî ye ,rêveberiya xweser dikare sûdê jê bigire,ev tişt pêk nayê..Tirkiyê ev dosya bikar anîne û tiştek nebû..ya baş werin der kirin û teslîmî dewletên wan bibin.
Dirûva Dadgehê û Zagonên Pê Kar Bike

Parêzer Xalid Berces El-Elî Endamê Encûmena Dadmendî Di Rêveberiya Xweser Li Bakur – Rojhilatê Sûriyê
Ji aliyê Zagoniya Fermî ya Rêveberiya Xweser ve,Parêzer Xalid Berces El Elî endamê encûmena dadmendiya rêveberiya xweser li bakur – rojhilatê Sûriyê ku ev encûmen girêdayî desteya dadperweriyê ye axivî..
Behsa xwestekên xwe ji civaka navdewletî yên avakirina dadgeheke navdewletî ya taybet kir,ku ev dadgeh bişibin dadgehên Yogislaviya û Rwandayê,yan jî dadgehkirina çekdarên DAIŞ’ê di rêya dadgeha sûcên giran ya Lahayê bibe…Mafnas Xalid El-Elî got ger ev yek nebe,dikarin vî karî di rêya dadgeheke bişibe ya navdewletî bikin.
Dikarin barê xwe biavêjin ser dadperweriya xwecihî ku ji aliyê saziyên neteweyî ve were birêve birin.
El –Elî dibêje ku di hevdîtinên wan li gel hejmareke dewletan,kêfxweşiya xwe ji avakirina vê dadgehê anîne ziman ,lê belê ti gavên cidî ta niha navêtine..
Serkirde Mistefa Meşayix,Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Kurdî – Sûriyê HNKS’ê ku çarçoveyeke 5 partiyan di nava we de digire,û piraniya van parrtiyan di bin sîwana Meclisa Sûriya Demokratîk MSD’ê de ne,ku MSD’ê sîwana siyasî ya hêzên sûriya demorkatîk HSD’ê ye dibêje : Ev kar di rêya zagonî û siyasî de dibe,ji aliyê zagonî ve divê ev dadgeh bi serperştiya Rêveberiya Xweser be,belku ev sûcên hatine kirin ser vê xakê çêbûn.xizmên qurbaniyan jî ji vê deverê ne..bi vî şêweyî dadperwerî pêk ane…ji aliyê siyasî ve divê alîkariya Lojîstîk bo rêveberiya xwecihî bê pêşkêş kirin.
Divê civaka navdewletî bi rêveberiya heyî re têkildar be,çimku bûye tiştekî ber bi çav û divê rewatiyeke navdewletî bistîne û biçespîne.
Çekdarên DAIŞ Wê Li Gorî Çi Zagonan Werin Dadgeh Kirin
Parêzerê Serbixwe Fadil Mûsa,behsa zagonên guncaw bo darizandina wan DAIŞ’iyan kir.
Fadil Mûsa dibîne ku divê ew kesina di rêya zagonên navdewletî ya di rêya zagona Sûrî re werin dadgeh kirin…Fadil Mûsa desntîşan kir ku cezayê darvekirinê li cem Rêveberiya Xweseer tine ye..Piraniya Çekdarên sûcên wan sûcên cengî ne û cezaya wê darvekirine.
Hebûna bi hezaran çekdaran di zindanên rêveberiya xweser de,astengiyeke mezine,ji ber ewlekarî,karê dermansaziyê,xwarin,vexwarin û cil li xwe kirinê,ev tişt hewcetdarî bûdçeyeke mezin e..
Ji aliyê zagonî û mirovatî ve,divê cezaya xwe ya dadwerî bixwin,ew jî darvekirin e..ne gengaze xelk ji pêvî vê yekê qebûl bike.
Bijardeyeke din ya parêzer Fadil Mûsa heye ew jî dadgehkirina çekdaran li gorî zagona Sûriyê û Cezaya Darvekirinê ku ev pirsgirêk êdî wê li cem Rêveberiya Xweser bi dawî bibe..bi vî şêweyî civaka navdewletî rêgeyekê ji Rêveberiya Xweser dibîne ku ji vê pirsgirêka mezin xelas bibe…
Gelek şandeyên Ewrûpî yên fermî serdana Rêveberiya xweser dikin,piraniya van şandeyan xwesteka avakirina dadgeheke navdewletî dikin,lê belê bêdengiya civaka navdewletî,ku encûmena Asayîşê nikare biryarekê di vê derbarê derxîne,dibe xeteriyeke mezin ser rêveberiya xweser û hemû xelkê deverê û malbatên qurbaniyan. Herêm di aloziya gef û dagîrkeriya Tirkiyê re derbas dibe..herî dawî şandeyeke ji yekîtiya Ewrûpayê bi serokatiya Endamê Parlamentoya Ewrûpî Endiriyas Şîder serdana Rojava kir..
Endiriyas Şîdir di konferansekî rojnamevanî de girîngî da peydakirina mekanîzmeke ji bo avakirina dadgeheke navdewletî li Herêmên Rêveberiya Xweser û çekdarên DAIŞ werine darizandin.
Dadgeheke Navdewletî Yan Bi Şêweyî Navdewletî ?

Parêzer Xalid Berces El-Elî Endamê Encûmena Dadmendî Di Rêveberiya Xweser Li Bakur – Rojhilatê Sûriyê
Ta niha daxwaza avakirina dadgeheke navdewletî bi cih nehatiye,lê der barê gengeşeya dadgeheke bi şêweyê navdewletî ??..Ew ne hewcetdarî biryara encûmena Asayîşê ye..dewletên pêve girêdayî dikarin beşdar bibin û alîkariya Lojîstîk ji vê dadgehê re pêşkêş bikin.
Di vê derbarê Dr.Ebdulkerîm Umer Hevserokê Gerînendeya Têkiliyên derve ya Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dibêje : dewletên mîna Swêd,Fransa û Holandayê bijardeyên wan hene ku dadgeheke bi şêweyî Navdewletî çê bibe bi beşdarbûna Rêveberiya Xweser..lê belê em dixwazin ku dadgeheke navdewletî li herêmên me çê bibe..Bijardeyeke din heye belkî ev dosya bi dawî bibe,ku endamê encûmena Dadperweriya Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyê Xalid Berces El Elî pêşkêş kiriye ku tê de dibêje : dadgeheke hevbeş ya Rêveberiya Xweser û hêzên hevpeymana navdewletî çê bibe ku aliya têkildar bû di şerê li dijî DAIŞ’ê de,divê ew bi şêweyê nadewletî be ku hemî dewlet erê bikin ku ew beşekin ji hevpeymana navdewletî
Parêzer Bercis wiha axaftina xwe bi dawî dike :
Eger Dewletên hevpeymanê erê kirin ser avakirina vê dadgeha bi şêweyî navdewletî,em di rêveberiya xweser de amade ne,van kesên tundrew li gor şertên taybet yên rêveberiya xweser ew jî :
Îtîrafa bi zagonên navdewletî,pêşkêşkirina alîkariya Lojîstîk,bûdçeyeke taybet jêre were veqetandin,ku bi dehê hezaran çekadrên dîlgirtî hene,Rêveberiya Xweser jî nikare pereyên bi vê mezin bûne bide..
Bi Hezaran Girtiyên DAIŞ Di Nav Wan De Mîr û Ewlekar Li Ku Derê Mane
Me seredana girîngtirîn zindanên li bajarê Hesekê kiriye ku bêhtirî 5000 hezar DAIŞ’iyan tê de ye û di bin parastaina Hêzên Sûriya Demokratîk HSD’ê de ye..
Rêveberê Zindanê Rûbar ji mere diaxive û dibêje : me ji 6 mehan ve ev zindan ava kiriye,5000 hezar çekdarên DAIŞ’ê tê de ne,ji 28 nasnameyên cûda ne,ew ji bermahiyên operasyona Baxozê ne,sivîl di nava wan de tine ye….Me gelek tişt sererast kirin,ji bo destpêbûna mekanîzmeya lêpirsîna bi dîlgirtiyan re..lê belê êrîş û dagirkeriya Tirkiyê rewş tevlê hev kir û rewşên ( Isti’saaa ) di hundirê zindanê de çê bûn.
Rûbar axaftina xwe wiha dom kir :
Berî ku êrîşên Tirkiyê ser herêmên Rêveberiya Xweser dsetpêk bike…proje û bernameyên me hebûn der barê Dîlgirtiyan de,lê êrîşên Tirkiyê hemû bernameyên me der barê zindanê de rawestandin,me gelek alav ji şervanên xwe yên di bereyan parastinê re şandin.
Rûbar berpirsê zindanê hetanî di ofîsa xwe de rûyê xwe girtiye,ev ji tedbîrên ewlehî yên bilindin,çimku ew berpirsyartiya xeternaktirîn zindanên cîhanê dike.
Di vê der barê dibêje : gelek çekdar bi nexweşiyên Penceşêr,Iltîhaba Kezebê,Zil û Îtizê hene.
Em nikarin dermanan ji wan re peyda bikin…rewşên mirina normal hene..ew di cihekî taybet û nepen de hatin veşartin..heta ku dadgeheke taybet bi wan çêbibin û hemû pêwîstiyên wan yên kesayetî radestî dadgehê bêne kirin…
Kîne Çekdarên DAIŞ,Nêrînên Wan Di Avakirina Dadgeheke Taybet Ya Navdewletî Çiye ??
Di vê çarçoveyê de me li zindana ku 5000 hezar çekdarên DAIŞ’î hene û ji 28 nasnameyên cûda ne,me hevpeyvîn li gel çekdarina kiriye ku heta dawiyê di baxozê de man û şer kirin…me jî nêrîna wan der barê çarnûsa wan de girt.
Ebû Mihemed El Emerîkî ( Navê Tevgerî ) Cinsiya Emerîkî pêre ye ji xelkê Niyûyorkê ye,bawernameya endeziyariya Mîkanîk û enerjiyê pêre ye..
Ebû Mihemed dibêje :
Ez dibêjim tawana min ku,sinorê Tirkiyê û Sûriyê qut kiriye û tevlî rêxistina dewleta Islamî bûne,li gorî istixbaratên Emrîkî..Endeziyarê Emrîkî dilgirane derbarê çarnûsa xwe de û nizane çiqasî hatiye dadgeh kirin û wê here bi ku de,ji dewleta xwe daxwaz dike ku çareseriyekê ji wan re bibîne,dadgehekê ava bikin û behsa heyama mabûna xwe di nava rêxistina DAIŞ’ê li Sûriyê û Îraqê bike..Ebû Mihemed Dibêje :
Berê dewletên yekbûyî Emrîkayê hevwelatiyên xwe yên di nava refên El Qaîdê de li Şîşan û Efxanistanê wergirtibûn,û xistin zindana Giwantanmoyê ya navdar..dadgeh dibin li pêşiya hemûyan,rewş li vir cûdaye,dewleta min guh nedaye doza min ??..dikare min bibe Giwantanamoyê yan jî zindaneke din,Emrîka tenê axaftin û xeyalan difroşe me..ji dewleta xwe re dibêjin bila haya wê ji çarnûsa min hebe,çarnûsa malbata min û zarokên min,çimku ez xeyal dikim vegerim jiyana xwe ya normal
Dîlgirtiyekî din bi navê Ebdulah Ni’man ku hilgirê cinsiya Belcîkî ye,derbasî Sûriyê bû wekî çekdarekî Cebhet El Nûsra di çeperên Helebê de..
Piştî birîndarbûyîna wî û El Colanî serçekdarê El Nûsra Mubaye’e nekir…çû zemîna DAIŞ’ê ( weku nav lê dike ) li Reqayê û tevlî rêxistinê bû.
Yê Belcîkî Ni’man îtîraf dike ku operasyonên teqîn û kuştinê li Belcîkayê pêk anîne û daxwaza wî ji desthilata Belcîkî tê kirin,hizir di çarenivîsa xwe de dike.. her wiha her dem di dayika xwe ya li Belcîkayê de difikire,her wiha poşman dibe ku ketiye rewşeke wiha de,û dixwaze were dadgeh kirin bi çi şêweyî dibe bila bibe û dibêje :
Ji dewleta xwe daxwaza dilsooziyê dikim,Belcîka dewleteke demokrate,dixwazim werim dadgeh kirin û temenê şaştiyên xwe bidim.
Dîlgirtiyekî din yê bi navê Mihemed ji Elmanyayê,di beşê hawirdekirinê yê Rêxistinê de kar dikir.
Mihemed dibêje : weku min bawerî bi gelek perspektîfên welatê xwe nanî,min bawerî neda hizira rêxistina DAIŞ’ê jî piştî hatime vê derê..lê niha hizir di çarenivîsa xwe de dikim,divê em bêne dadgeh kirin,ez ji 10 mehan ve girtî me,ez dizanim temenekî û berdêlekî giran ezê bidim,ew jî salin ji emrê min gava dadgeh bibim,min ser vê erê kiriye çimku ez şaş bûm
Dîlgirtiyê herî dawîn ku me pêre hevpeyvîn kirî Mistefa Şedad Mihemed e ku hilgirê cinsiya Ispanî ye..
Dibêje ku :
Ez hatim lêgerînê li birayê xwe bikim ku tevlî Cebhet El Nûsra bibû bikim,piştre li Badiya Tedmurê hatibû kuştin..lê min xwe nedît ku ez tevlî rêxistina dewletê bûme..Mistefa Ispanî berê li Ispanî hatibû girtin û 5 salan hepis xaribû bi sedema bazirganiya madeyên hişbirê.
Ebû Selama Raf’a got :
Her kes min bi vî navî nas dikir,belku min ser Raf’eyên mezin yên rêxistinê kar dikir,û xebata min ya sereke veguhestina Xenîmeyan ji bajarên Reqayê bû…
Xweziyên wî hene ku dewleta wî Ispaniya wî bibe û wî dadgeh bike…yan jî dadgeheke navdewletî wî darezîne û dibêje em şaş bûne !!
Dadgeha navdewletî biryarên wê yên nûjen hene û guh bi mafên mirovan dike…çi dadwerê ku min darezîne bi hukmê wî qeyîl im.
Mistefa Şedad Ebû Raf’a gotinên xwe wiha bi dawî kir : Ez di rewşeke derûnî ya nebaş re derbas dibim,ez di gelek tiştan de difikirim,dibêjim ez ê mejiyê xwe li vir winda bikim
Nêrîna Malbatên Qurbaniyên Sûcên Rêxistina Dewleta Îslamî DAIŞ
Dayika Şehîd Baran diaxive,xwîna lawikê xwe parçeyek ji kezeba xwe diyarî gelê kurd û hemî gelên li herêmê dike ; Baran şer li dijî hemû rêxistinên terorist kir di heyama 7 salan de,cengeke nema û tê de beşdar nebûye ew jî berevanî di ber xaka û mirovatiyê de kir.
Bi serekî bilind,payebûna xwe ji şehadeta lawikê xwe tîne ziman,her wiha di rûxandina dewleta DAIŞ û têkbirina terorê,her wiha gazin ji civaka navdewletî kir û got ;
Me bi hezaran parçe ji kezeba xwe daye,ji dêvila dinyayê me şer kir..
Çima ev bêdengiya navdewletî di sizadana van çekdarên sûckar de ??!!!
Balê me rehet nabe da ku dadgeheke navdewletî li Rojava çê nebe û li ser erda me ew kujer û terorist neyêne darizandin…em ji bilî vê yekê qebûl nakin..ez ji dêvila malbatên 11.000 hezar şehîdan diaxivim..gotina me yeke û biryara me jî yeke,divê cîhan nas bike me çi berdêlin giran dane ta me DAIŞ têkşikand.hêzek li vê deverê nebû ku şerê wan bike,me tenê kir…şerme ji dinyayê re ku 15.000 DAIŞ’î li cem me ne û ta niha dadgeheke navdewletî ji wan re çê nebûye,wan siza bidin,da em rehet bibin…canê me û canê şehîd û qurbaniyan rehet bibe..
Civaka Navdewletî Çi Ji Rojava ( Bakur – Rojhilatê Sûriyê ) Dixwaze ??
Ne gengaze ku civaka navdewletî ev dosya paşguh kiribe,nêzî 15.000 hezar çekdarên DAIŞ’ê dîlgirtî ne,her wiha 90.000 hejmara malbatên DAIŞ’iyan hene.
Çekdarên hanê jî di zindanên rêveberiya xweser de ne û ji aliyê hêzên sûriya demokratîk HSD’ê ve têne parastin.
Ev dosya çi hewceyê wê ye ku bê girtin..metirsîn ta niha heye.
Di rojên pêşîn yên êrîşa Tirkiyê ser herêmên Rojava ( Bakur – Rojhilatê Sûriyê..artêşa dagirker hewil da ku bi topbarana profesyonal ser zindanên ku hêzên sûriya demokratîk HSD’ê diparêze bide û di hundirê van zindanan de ewlehî têk biçe,her wiha çekdarên vê rêxistinê bazdin Tirkiyê, bi hezaran ji wana dosya û belgeyan Tirkiyê tometbar dikin ku alîkariya rêxistina terorist kiriye…Tirkiyê ditirse ku dadgeheke navdewletî çê bibe,li pêşiya dinyayê rût bibe.
Ya herî vê dadgehê naxwaze Tirkiyê ye..hêzên hevpeymanê bi serokatiya Emrîka û dewletên Ewrûpayê li gel Erdogan lîstokan dikin,ji bona peydakirina çareseriyekê ji çarnûsa çekdarên vê rêxistinê re..
Rûsiya sûdmenda herî mezine,hazirbûneke wê ya siyasî û leşkerî li herêmên Rojava ( Bakur – Rojhilatê Sûriyê ) çêbû…
Dixwaze bi hemû alav û şêweyan,dosyaya girtiyan û zindanan radestî hikûmeta Sûriyê bike…ji bo ku hikûmeat Sûriyê karibe danûstandinê li gel dinyayê bike bi kaxeza van DAIŞ’iyan..Emrîkaya ku vegeriya herêmê û li herêmên Niftê bicih bûye,ku ragihandiye sûdmendiya niftê vedigere ji hêzên sûriya demokratîk re..li vir dewletên hevpeymanê dikarin dadgehekê ji sûdmendiya bîrên Niftê yên Rojava bike…ziman rewş her kesî li herêmên Rojava ( Bakur – Rojhilatê Sûriyê ) hebûna çekdarên DAIŞ’ê bêyî dadgehkirinê boblate,herêm tûşî cengeke mezin dibe ku Erdogan serokmarê Tirkiyê dikare vê yekê bike..careke din imkan heye ku rêxistina ji nûve vegere di çend mehane de û serweriyê li gelek herêman bike.
” Wan Li Ser Erda Me Li Pêş Çavan Dadgeh Bikin…Gotineke Ji Bilî Vê Tine Ye…Dayika Şehîd..Ji Dêvila Malbatên Bi Hezarên Şehîdan. “